Girtîgehê xwest ferhenga tirkî-kurdî bê wergerkirin!

  • rojane
  • 09:12 25 Çile 2018
  • |
img

WAN - Girtiyê bi navê Mert Sonmez ji Girtîgeha Tîpa F a Tokatê nameyek şand û di nameya xwe de balê kişan ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehê. Di nameyê de wiha hat gotin: "Ferhengên kurdî-tirkî yên hevalên me yên ji girîtgehên din hatin û bi xwe re anîn jî, bêyî wergerê nadin me û her wiha pereyê wergêr jî ji me dixwazin." 

Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Tokatê girtîne, der barê binpêkirinên mafan ên li Girtîgehê nameyek nivîsandin û ji Şaxa Komeleya Mafên Mirovan(ÎHD) a Wanê re şandin. Name li ser navê girtiyê bi navê Mert Sonmez hat şandin. Sonmez di nameyê de diyar dike ku piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê û îlankira Rewşa Awarte gelek girtî bi zext û zoriyan re rû bi rû dimînin û li girtîgehan qanûn û huqûq hatiye hilawistin û îdareya girtîgehê li gor kêfa xwe tev digere. Sonmez destnîşan kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan ew tev digerin, lê belê hemû hewldanên wan ên di vî warî de bi bersiv dimînin û her diçe zext û zoriyên li ser wan zêde dibin. 
 
XEBATÊN WAN ÊN NIVÎSKÎ TÊN ASTENGKIRIN
 
Sonmez destnîşan kir ku pirtûk û kovarên ku malbatên wan bi riya postayê ji wan re dişînin nadin wan. Sonmez diyar kir ku saleke wan ji kantîna derve hin kovar xwestine, lê belê bi tu awayî negihaştine destên wan. Sonmez got ku defter, pirtûk, dosyeyên xebatê û ajandayên şexsî yên ku hevalên wan ên ji girtîgehên din tên û bi xwe re tînin jî nadin wan û wiha got: "Bi vê rewşê re gelek xebatên nivîskî yên bi kedeke mezin û bi salan hatine kirin tên astengkirin. Îdare bi vî awayî hewl dide rê li ber nivîsandin û xwendina kesên di hundur de bigire." 
 
HEQÊ WERGÊR JÎ JI GIRTIYAN DIXWAZIN
 
Sonmez di nameya xwe de bi lêv kir ku ferhengên kurdî û tirkî yên ku hevalên wan ên ji girtîgehên din tên girtîgeha ew lê ne û bi xwe re tînin jî, bêyî wergerê nadin wan û her wiha pereyê wergêr jî ji wan dixwazin. Sonmez ev tiş gotin: "Ma wê ferhenga tirkî-kurdî çawa bê wergerkirin? Jixwe ferheng bixwe nivîsandiye; li hemberî peyva tirkî kurdiya wê heye. Îdare bi vî awayî dixwaze me mexdûr bike û ev nefreta wan a li hemberî kurdî nîşan dide." Her wiha Sonmez got ku di rêziknameyê de heftê 10 saet mafê wan ên çalakiyên civakiyî heye, lê belê vê yekê daxistine du saetan û bi vî awayî girtî tên tecrîdkirin. 
 
Sonmez diyar kir ku li hevalên wan ên ku ji tehliyeya wan re hindik maye bê hincet cezayê dîsîplînê tê birîn. Sonmez got ku di dema sewqkirina nexweşxaneyan de ji ber ew muayeneya kelemçekirî qebûl nakin, bêyî bên muayenekirin wan tînin girtîgehê û wiha got: "Li odeyên ku 18-19 kes lê dimînin, pîvaneke ku heftê 3 kes dikarin biçin revîrê anîne. Rewşa nexweşên lezgîn tê piştguhkirin." Her wiha Sonmez anî ziman ku li têketina girtîgehê lêgerîna tazî li wan tê ferzkirin û kesên îtirazî vê ferzkirinê dikin jî cezayê dîsîplînê li wan tê birîn. Sonmez got ku daxwaza wan a guherandina odeyan bi tu awayî nayê qebûlkirin û wiha got: "Mînak 7 meh berê hevalên me ji bo guherandina odeyê daxwazname nivîsand, lê hîn jî bersiv nehatiye dayîn." Sonmez diyar kir ku piraniya kincên ji wan re tên jî bi hinceta "rengên wan ne guncav in" nayên dayîn an jî tên komkirin û li cihekî wek Tokatê ku zivistana wê dijwar e destûrê nadin ku girtî lepikan bi kar bînin û kincên bi kum jî hatine qedexekirin. 
 
Sonmez di berdewamiya nameya xwe de wiha got:
 
* Mafê her girtiyî ye ku ji bo girtîgeheke din sewqê bixwaze. Lê belê ev maf bi temamî hatiye binpêkirin. Hin heval bi salane daxwaze sewqê kirine lê belê hîn jî bersiva daxwazên wan nehatiye dayîn. 
 
* Di hevdîtinên bi riya telefonan ên bi malbatan re, ji ber diyalog û axaftinên ku hikûmet û dewletê rexne dikin, cezayê dîsîplînê li girtiyan tê birîn û piraniya rexneyên li îktîdarê tên kirin jî wek propagandayê tên hesibandin û ev yek dibe cihê cezakirinê. 
 
* Hevalên tên sirgûnkirin an jî sewqkirin, nahêlin eşyayên xwe bi xwe re bibin. Paşê eşya bi kargoyê tên şandin û heqê kargoyê jî ji girtiyan distînin. Herî dawî 2 hevalên me sirgûnî Kayseriyê kirin. Piştî hatin sirgûnkirin eşyayên wan bi kargoyê hat şandin û 700 lîre heqê kargoyê ji wan hat xwestin. 
 
* Pêdiviya balgî, çarşef û newresiman bi cih nayê û yên tên dayîn jî yên hatine bikaranîn in û ji bo tenduristiyê nebaş in. Eşyayên kantînê buha didin girtiyan û di hin deman de bi awayekî kêfî buha zêdetir dibin. 
 
* Em 18 an jî 20 kes li odeyan dimînin. Dema em bixwazin bi awayekî giştî wêneyan bikişînin destûrê nadin û ji bo her wêneyekî herî zêde 3 kes bi hevdu re karên bikişînin. Her wiha hin koliyên ku malbatên me dişînin jî winda dibin an jî bêyî hayê me pê bixin wan vedigerînin. 
 
* Girtiyên nexweş ên bidiyet in, xwarina wan li gor diyetê nayê dayîn û li vir hevalên me yên nexweşîna şekir û dil bi wan re heye hene. Her çi qas raporên diyetê yên van hevalan hene jî, ev rapor esas nayên girtin. Ta û derzî jî qedexe ye. 
 
BANGAWAZΠ
 
Herî dawî Sonmez ji bo li hemberî van binpêkirinên mafan bi awayekî hestiyarî liv û tevger xwe bidin der, bang li çapemeniyê û raya giştî kir. 
 

Sernavên din

27/01/2018
11:35 Ozsoy ê HDP'î: Kampanya hilbijartina Serokdewletiyê bi dagirkeriya Efrinê dest pê kir
11:34 Polîsê ku Barlak kuşt serbest berdan
11:23 Ozçelîk: Me ji Emînonuyê heta Taksîmê bi Erdogan re belavok belav kirin
11:07 Dayikên Aştiyê bang li malbatên leşkeran kirin: Em bi hevre şer rawestînin
11:05 Welatiyên TOKÎ nexwestin, rastî gefên rayedaran hatin
10:17 Ceyş El-Suwar: Êrîşên li ser Efrînê encamên peymanên bazirganî li ser xwîna sivîlan e
10:04 Dozger daxwaza malbatan a ji bo hevdîtina Ocalan red kirin
09:53 Gardiyan: Em ê we li vir birizînin
09:52 HDP'a Stenbolê plan dike ku bi 200 otobusan beşdarî kongreyê bibin
09:50 Eksperê Rûs Vladîmîr Yevseyev: TSK li sînorên Efrînê asê ma
09:48 Bi pîrozbahiya Ras-El Senî çanda xwe diparêzin
09:44 Tevî cenaze teşhîskirin dîsa nadin malbatê
09:21 Girtiyên hejmariya leşkerî red kirin hatin derbkirin
09:20 Şerê li derdora wan dibe sedema tirs û bêhêvîtiyê
09:10 Ne îstismarkar, lê kesê giliyê îstismarê kir ji kar hat avêtin
09:10 Sîsê Bîngol a 78 salî 3 rojan di rîngê de hiştin
09:09 'Ji bo kesên Suleyman Şah veguhastin kulmek ax pir tê dîtin'
09:09 'Şer û Rewşa Awarte zirarê didin tenduristiyê'
09:00 ROJEVA 27'Ê ÇILEYA 2018'AN
08:19 UNICEF: Balafirên TSK'ê herî kêm 11 zarok li Efrînê kuşt
26/01/2018
17:44 Rojnamevan Îshak Karakaş hat girtin
16:12 Rojnameger Demîr hat berdan
16:08 Şêwra Yekîtiya Kurd berxwedana Efrînê silav kirin
15:51 HDP'ê li dijî şer banga tekoşîna hevpar kir
15:30 Baroya Amedê: Edaleta deng mayî ne edalete
15:23 Hevserokê HDP’ê yê Dêrgulê binçav kirin
14:59 Ji Dayikên Aştiyê bangek girîng
14:58 Saziyên Sîvîl A Aştîxwaz: Êdî kurdan wakî astengî li pêş xwe nebînin
14:55 Lêpirsîn li parastinê vekirin
14:43 Platforma Têkoşîna Li Dijî Yek Tîpê ava bû: Em nabin yek tîp
14:04 Erdogan, TTB a got 'Ji şer re na' kir hedef
14:01 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
13:54 Gulmen û Ozakça dawî li çalakiya grevê anîn
13:48 Operasyona Erfînê: 8 kes binçav kirin, kesek girtin
13:40 Gelê Efrînê: Mîna dara zeytûnê em bûne yek
13:32 Bi hinceta OHAL û Efrînê zextan li Kiliç dikin
13:15 Rojnameger Salaz: Ev şer dê statduya kurdan diyar bike
12:42 Elîaçik: Hişmendiya Sêva Sor şirîkatiya Xwedê ye
12:20 Balafiran Navçeya Mabata bombe kir: Cenaze ji bin kavilan derxistin
12:11 Şêwra Neteweyî ya Başûrê Kurdistanê destpê kir
12:04 ‘Çareserî ne li Rûsya û DYA'yê, li gel Ocalan e’
12:01 Swêd daxwaza rojnameger Emeç a penaberiyê red kir
11:53 'Êrîşa li dijî Efrînê li dijî azadiya jinê ye'
11:19 Dîroknas Aydın: Osmanî ji ber xeyalên Sêva Sor rûxiya
11:02 Êzidiyên Şengalê: Bila Erdogan baş zanibe Efrîn ne bi tenê ye
10:49 Malperên Jinnews û Ozgurlukçu Demokrasî dîsa asteng kirin
10:36 Siyasetmedar û rewşenbîran ji bo Efrînê bang li cîhanê kirin
10:18 Hikûmet ji bo piştgiriya şer çav berda lîstikê şensê
10:11 Şêniyên Sûrê: Dê li Efrînê jî winda bikin
09:35 Rûsyayê dîsa li kurdan bêbextî kir
09:34 Ekolojîst: Divê em bi cesaret aştiyê biparêzin
09:33 Ji bo tesîsa fosfatê ya Cengîz Holdîngê cihê qereqolê hat guherandin
09:32 94 hevşaredar 10 caran ji peywirê hatin dûrxistin
09:31 Hiqûqnas: Aştî heq e, divê jê neyê tirsandin
09:31 'Efrîn ji bo me meseleya rûmetê ye'
09:30 ‘Dewlet tişta nekaribû di 12'ê Îlonê de bike, dixwaze niha bike'
09:24 Xebatkarê TV10'ê: Ew bigirin jî em ê dengê xwe ragihînin
09:24 Hejmara 8'an a Kovara Jîneolojiyê derket
09:00 ROJEVA 26'Ê ÇILEYA 2018'AN
25/01/2018
23:59 Êrîşa li hemberî Minbicê hat şikandin
20:06 Dîsa serlêdana parêzerên Ocalan hat redkirin
19:59 Rojnamevan Ozkan û Serkan Erdogan hatin berdan
18:40 Wê Rojnamevan Îshak Karakaş sibê sewqî dozgeriyê bê kirin
16:48 Malbatên Robosê: Xwestina aştiyê sûc e
16:22 Piştî dîmenên Efrînê, Almanya proje rawestand
16:15 HDP'iyan malbata Taniş û Denîz ziyaret kirin
15:50 Koordînasyona Dijberî Şer: Şer ne lîstoka kompîtûrê ye
15:44 Polîsan rojname Welat çirand
15:32 Nasnameya kesên li Efrînê birîndar bûn û jiyana xwe ji dest dan aşkere bûn
15:12 Çalakiyên li dijî êrîşa li Efrinê didomin: Emê li dijî şer di ber xwe bidin
14:57 Dayikên Aştiyê: Hewara me Efrîn e
14:37 2 endamên meclisê li Erdîşê hatin berdan
14:27 Rojnameger Hurtaş û endamê HDP’ê Bulbul hatin berdan
14:10 Baydemîr: Berpirsiyarê hemû kuştiyan AKP, MHP û CHP ye
14:06 Amadekariyên kongeya HDP'ê ber bi dawî ve diçin
13:42 DÎK'ê bi ayetan bersiv da fermana Diyanetê
13:05 22 rêxistinên sivîl piştgirî da Efrînê
12:57 Rolling Stone: Kurd careke din tenê ne, lê vê carê dizanin dê çawa şer bikin
12:55 Nûnerên kurd ji bo yekîtiyê dicivin: Rojeva sereke Efrîn e
12:25 Angaşta cilên yek tîp şandin Girtîgeha Êlihê
12:14 Parêzerên Ocalan 725 car e ji bo hevdîtinê serlêdanê dikin
12:11 Sendîkaya Îngilîz UNISON ji bo Efrînê Wezîrê Brîtanyayê hişyar kir
12:03 Sînorê birçîbûnê hezar û 615 tl ye
11:55 Fermandarê çeçen ê di lîsteya 'terorê' de tev li operasyona Efrînê bû!
11:43 Gelê Efrînê: Bila cîhan ji Erdogan re bêje 'Raweste'
10:58 Hêvî Mistefa: Hêzên navneteweyî li gel Tirkiye di şer de cih digirin
10:49 Hizr û xeyalên girtiyan nayên hepiskirin
10:48 Derket holê ku polîsan Seferî Yilmaz îxbar kiriye
10:33 Welatiyên ku maşîneya zirxî li wan dan hêj tên dermankirin
10:25 Li Şirnexê vê carê berê xwe dan dermanxaneyan
10:24 Prof. Jongerdan: Wekî Kobanê li Efrînê jî dê berxwedan encamê diyar bike
10:04 ‘Parastina aştiyê ne sûc e’
09:55 Îdareya Arizîkirinê dest bi firotina zeviyên tenduristiyê kir
09:26 Gardiyanan gef li girtiyan xwar: Em ê vir veguherînin Efrînê
09:24 Tevî 5 zarokên xwe li xaniyekî yekodeyî dijî
09:24 Belgefîlma Serhildana Qoçgiriyê hat kişandin
09:23 ‘Wê êrîşa Efrînê dawiya Qesrê bîne'
09:12 Girtîgehê xwest ferhenga tirkî-kurdî bê wergerkirin!
09:11 ‘Divê destûr neyê dayîn zarok cardin travma derbas bikin’
09:10 Pisporê Ewlehiya Kar: Ji bo Tirkiyeyê rûreşî ye