Pisporê Ewlehiya Kar: Ji bo Tirkiyeyê rûreşî ye

img

WAN - Pisporê Ewlehiya Kar Kadrî Salaz, diyar kir ku Tirkiye di warê nexweşiyên pîşeyî û cinayetên karî de li cîhanê di rêza 3'yemîn û li Ewropayê jî di rêza 1'emîn de ye û ev wekî "Rûreşî" pênase kir û wiha got: "Gelek mirin di îstatîstikan de cih nagirin û hejmara ku di raporan de cih digire, gelekî kêm e."

Li gorî rapora Meclisa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG), di sala 2017'an de herî kêm 2 hezar û 6 karker, di 15 salên serdema AKP'ê de 20 hezar û 500 karker jiyana xwe ji dest dane. Pisporê Ewlehiya Kar Kadrî Salaz sedemên nexweşiyên karî vegot.
 
Salaz destnîşan kir ku zêdebûna cinayetên kar û nexweşiyên wan bi carekê de zêde nebûye, bi zêdebûna sanayî û nifûsê re cinayetên karî jî zêde bûn. Salaz aşkera kir ku ji roja komar hatiye avakirin heta niha, tevdîrên cidî nehatine girtin, piştî karesata madenê ya li Somayê, Qanûna Ewlehî û Tenduristiya Kar a bi Hejmara 6331'an derxistine û ev tişt got: "Vê qanûnê ji bo pêşî li mirinan bigire, çarçoveyek amade kir. Madeya Ewlehî û Tenduristiya Kar xwest xebata sererastkirinê bike, lê ev nebû çareserî."
 
'HÊJ BINGEHEKE BAŞ DANEYNÎNE'
 
Salaz aşkera kir ku bi Qanûna Hejmara 6331'an re hin xisûs zelal bûne û wiha axivî: "Dema ev qanûn derxistin, bi lez û bez derxistin û li ser bingehekê nedan rûniştandin. A yekemîn çi qas kargeh hene em nizanin. Ya duyemîn çi qas pisporên ewlehiya kar hene, pêwîstî bi çi qas pisporan heye û ekîbên me yên kar çi qas em nizanin. Dema ev tişt neyên zanîn, rewşeke wiha çê dibe. Hêj bingeheke baş nedane rûniştandin. Lê ev jî dikare bê gotin ku dema hukmê qanûna 6331'an di hin kargehan de dikevin meriyetê, encamên baş di saziyên sanayiyê de tên girtin."
 
‘DEMA EWLEHÎ BÊ GIRTIN PÊŞÎ LI MIRINAN TÊ GIRTIN'
 
Salaz anî ziman ku mirinên karkeran herî zêde di sektora înşaetê de pêk tên û an ev karker di înşaetê de dikevin, an jî amûrek bi ser wan de dikeve û wiha pê de çû: "Ev rêje ji sedî 70'ê ye. Dema ketin an jî tiştek bi hewa de dikeve, heke li jêr ewlehî hatibe girtin, em ji sedî 70'ê pêşî li mirinan digirin. Ev ne gelek zehmet e. Tevdîrên ku hatine girtin, gelek tevdîrên erzan in. Lê dema ewlehî neyê girtin, mirovên me, karker jiyana xwe ji dest didin."
 
'BEŞA GIRÎNG NAYÊ QEYDKIRIN'
 
Salaz derbirî ku cinayetên ji ber qezayên kar diqewimin, gelek ji van bûyeran di raporên ÎSÎG'ê de cih nagirin û wiha pê de çû: "Beşeke girîng a cinayetên karî, li Anatolyayê bi malbatan re li hev dikin û wisa çareser dikin. Ev nakevin îstatîstîkan. Nexweşiyên pîşeyî bi giştî demek dirêj kesan nakuje û piştî demek dirêj nexweşên me wefat dikin, mirov nikare bêje di vê der barê de bi rêk û pêk îstatîstîkek tê tomarkirin. Kesên di qezayên kar de birîndar dibin û bi dermankirinê qenc nabin, piştî demekê jiyana xwe ji dest didin. Ev kes di îstatîstikan de cih nagirin."
 
'TIRKIYE JI WELATÊN EWROPAYÊ PAŞVE MA'
 
Salaz, diyar kir ku Tirkiye di warê nexweşiyên pîşeyî û cinayetên kar de li cîhanê di rêza 3'yemîn û li Ewropayê jî di rêza 1'emîn de ye û vê wekî "Rûreşiyê" pênase kir û wiha got: "Welatê me di warê qezayên kar de ji welatên Afrîkayê paşvetir e. Tirkiye di Ewropayê de yekemîn e. Em diçin înşaetê karker dîwar lê dike. Em dibêjin hûn çima dîwarê xwe ji hêla derve ve lênakin? Bersiva 'Em her dem wiha çê dikin' didin. Heke hûn ji hêla derve ve dîwar lêkin, hûn ê pêşî li ketinan bigirin. Cihên herî dawî bên girtin cihên valahiya asansoran e. Piştî siwax û boyax diqede, ev tê çêkirin. Di van valahiyên asansoran de heta niha bi hezaran mirov mirin."
 
'WE QET DÎTIYE KU ROJEKÊ PATRON MIRIYE?'
 
Salaz pirsa "We qet di jiyana xwe de dîtiye ku patronek miriye?" kir û da zanîn ku ji bo karker nemirin ew dixebitin, lê divê karker ji bo di qezayan de nemirin baldar bin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ji bo li jiyanê bimînin divê hîn bibin. Em ji bo hînbûnê pere ji karkeran naxwazin. Qanûn di vî warî de derfetan ji bo karkera dide. Divê di nava saeta xebatê de perwerde bê girtin. Perwerde ji derveyê saeta xebatê nayê kirin. Hukmê qanûnê ev e. Divê di dema kar de karker perwerdeya ewlehî û tenduristiyê bibîne."
 
MA / Mujdat Can 
 
 
 

Sernavên din

27/01/2018
11:35 Ozsoy ê HDP'î: Kampanya hilbijartina Serokdewletiyê bi dagirkeriya Efrinê dest pê kir
11:34 Polîsê ku Barlak kuşt serbest berdan
11:23 Ozçelîk: Me ji Emînonuyê heta Taksîmê bi Erdogan re belavok belav kirin
11:07 Dayikên Aştiyê bang li malbatên leşkeran kirin: Em bi hevre şer rawestînin
11:05 Welatiyên TOKÎ nexwestin, rastî gefên rayedaran hatin
10:17 Ceyş El-Suwar: Êrîşên li ser Efrînê encamên peymanên bazirganî li ser xwîna sivîlan e
10:04 Dozger daxwaza malbatan a ji bo hevdîtina Ocalan red kirin
09:53 Gardiyan: Em ê we li vir birizînin
09:52 HDP'a Stenbolê plan dike ku bi 200 otobusan beşdarî kongreyê bibin
09:50 Eksperê Rûs Vladîmîr Yevseyev: TSK li sînorên Efrînê asê ma
09:48 Bi pîrozbahiya Ras-El Senî çanda xwe diparêzin
09:44 Tevî cenaze teşhîskirin dîsa nadin malbatê
09:21 Girtiyên hejmariya leşkerî red kirin hatin derbkirin
09:20 Şerê li derdora wan dibe sedema tirs û bêhêvîtiyê
09:10 Ne îstismarkar, lê kesê giliyê îstismarê kir ji kar hat avêtin
09:10 Sîsê Bîngol a 78 salî 3 rojan di rîngê de hiştin
09:09 'Ji bo kesên Suleyman Şah veguhastin kulmek ax pir tê dîtin'
09:09 'Şer û Rewşa Awarte zirarê didin tenduristiyê'
09:00 ROJEVA 27'Ê ÇILEYA 2018'AN
08:19 UNICEF: Balafirên TSK'ê herî kêm 11 zarok li Efrînê kuşt
26/01/2018
17:44 Rojnamevan Îshak Karakaş hat girtin
16:12 Rojnameger Demîr hat berdan
16:08 Şêwra Yekîtiya Kurd berxwedana Efrînê silav kirin
15:51 HDP'ê li dijî şer banga tekoşîna hevpar kir
15:30 Baroya Amedê: Edaleta deng mayî ne edalete
15:23 Hevserokê HDP’ê yê Dêrgulê binçav kirin
14:59 Ji Dayikên Aştiyê bangek girîng
14:58 Saziyên Sîvîl A Aştîxwaz: Êdî kurdan wakî astengî li pêş xwe nebînin
14:55 Lêpirsîn li parastinê vekirin
14:43 Platforma Têkoşîna Li Dijî Yek Tîpê ava bû: Em nabin yek tîp
14:04 Erdogan, TTB a got 'Ji şer re na' kir hedef
14:01 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
13:54 Gulmen û Ozakça dawî li çalakiya grevê anîn
13:48 Operasyona Erfînê: 8 kes binçav kirin, kesek girtin
13:40 Gelê Efrînê: Mîna dara zeytûnê em bûne yek
13:32 Bi hinceta OHAL û Efrînê zextan li Kiliç dikin
13:15 Rojnameger Salaz: Ev şer dê statduya kurdan diyar bike
12:42 Elîaçik: Hişmendiya Sêva Sor şirîkatiya Xwedê ye
12:20 Balafiran Navçeya Mabata bombe kir: Cenaze ji bin kavilan derxistin
12:11 Şêwra Neteweyî ya Başûrê Kurdistanê destpê kir
12:04 ‘Çareserî ne li Rûsya û DYA'yê, li gel Ocalan e’
12:01 Swêd daxwaza rojnameger Emeç a penaberiyê red kir
11:53 'Êrîşa li dijî Efrînê li dijî azadiya jinê ye'
11:19 Dîroknas Aydın: Osmanî ji ber xeyalên Sêva Sor rûxiya
11:02 Êzidiyên Şengalê: Bila Erdogan baş zanibe Efrîn ne bi tenê ye
10:49 Malperên Jinnews û Ozgurlukçu Demokrasî dîsa asteng kirin
10:36 Siyasetmedar û rewşenbîran ji bo Efrînê bang li cîhanê kirin
10:18 Hikûmet ji bo piştgiriya şer çav berda lîstikê şensê
10:11 Şêniyên Sûrê: Dê li Efrînê jî winda bikin
09:35 Rûsyayê dîsa li kurdan bêbextî kir
09:34 Ekolojîst: Divê em bi cesaret aştiyê biparêzin
09:33 Ji bo tesîsa fosfatê ya Cengîz Holdîngê cihê qereqolê hat guherandin
09:32 94 hevşaredar 10 caran ji peywirê hatin dûrxistin
09:31 Hiqûqnas: Aştî heq e, divê jê neyê tirsandin
09:31 'Efrîn ji bo me meseleya rûmetê ye'
09:30 ‘Dewlet tişta nekaribû di 12'ê Îlonê de bike, dixwaze niha bike'
09:24 Xebatkarê TV10'ê: Ew bigirin jî em ê dengê xwe ragihînin
09:24 Hejmara 8'an a Kovara Jîneolojiyê derket
09:00 ROJEVA 26'Ê ÇILEYA 2018'AN
25/01/2018
23:59 Êrîşa li hemberî Minbicê hat şikandin
20:06 Dîsa serlêdana parêzerên Ocalan hat redkirin
19:59 Rojnamevan Ozkan û Serkan Erdogan hatin berdan
18:40 Wê Rojnamevan Îshak Karakaş sibê sewqî dozgeriyê bê kirin
16:48 Malbatên Robosê: Xwestina aştiyê sûc e
16:22 Piştî dîmenên Efrînê, Almanya proje rawestand
16:15 HDP'iyan malbata Taniş û Denîz ziyaret kirin
15:50 Koordînasyona Dijberî Şer: Şer ne lîstoka kompîtûrê ye
15:44 Polîsan rojname Welat çirand
15:32 Nasnameya kesên li Efrînê birîndar bûn û jiyana xwe ji dest dan aşkere bûn
15:12 Çalakiyên li dijî êrîşa li Efrinê didomin: Emê li dijî şer di ber xwe bidin
14:57 Dayikên Aştiyê: Hewara me Efrîn e
14:37 2 endamên meclisê li Erdîşê hatin berdan
14:27 Rojnameger Hurtaş û endamê HDP’ê Bulbul hatin berdan
14:10 Baydemîr: Berpirsiyarê hemû kuştiyan AKP, MHP û CHP ye
14:06 Amadekariyên kongeya HDP'ê ber bi dawî ve diçin
13:42 DÎK'ê bi ayetan bersiv da fermana Diyanetê
13:05 22 rêxistinên sivîl piştgirî da Efrînê
12:57 Rolling Stone: Kurd careke din tenê ne, lê vê carê dizanin dê çawa şer bikin
12:55 Nûnerên kurd ji bo yekîtiyê dicivin: Rojeva sereke Efrîn e
12:25 Angaşta cilên yek tîp şandin Girtîgeha Êlihê
12:14 Parêzerên Ocalan 725 car e ji bo hevdîtinê serlêdanê dikin
12:11 Sendîkaya Îngilîz UNISON ji bo Efrînê Wezîrê Brîtanyayê hişyar kir
12:03 Sînorê birçîbûnê hezar û 615 tl ye
11:55 Fermandarê çeçen ê di lîsteya 'terorê' de tev li operasyona Efrînê bû!
11:43 Gelê Efrînê: Bila cîhan ji Erdogan re bêje 'Raweste'
10:58 Hêvî Mistefa: Hêzên navneteweyî li gel Tirkiye di şer de cih digirin
10:49 Hizr û xeyalên girtiyan nayên hepiskirin
10:48 Derket holê ku polîsan Seferî Yilmaz îxbar kiriye
10:33 Welatiyên ku maşîneya zirxî li wan dan hêj tên dermankirin
10:25 Li Şirnexê vê carê berê xwe dan dermanxaneyan
10:24 Prof. Jongerdan: Wekî Kobanê li Efrînê jî dê berxwedan encamê diyar bike
10:04 ‘Parastina aştiyê ne sûc e’
09:55 Îdareya Arizîkirinê dest bi firotina zeviyên tenduristiyê kir
09:26 Gardiyanan gef li girtiyan xwar: Em ê vir veguherînin Efrînê
09:24 Tevî 5 zarokên xwe li xaniyekî yekodeyî dijî
09:24 Belgefîlma Serhildana Qoçgiriyê hat kişandin
09:23 ‘Wê êrîşa Efrînê dawiya Qesrê bîne'
09:12 Girtîgehê xwest ferhenga tirkî-kurdî bê wergerkirin!
09:11 ‘Divê destûr neyê dayîn zarok cardin travma derbas bikin’
09:10 Pisporê Ewlehiya Kar: Ji bo Tirkiyeyê rûreşî ye