NAVENDA NÛÇEYAN - Di operasyona TSK'ê ya li dijî Efrînê de çapemeniya nêzî AKP'ê li pêş leşkeran di nava operasyonê de cih girt. Medya ku niha pêşengiya şer dike bi lîstikên cuda dîmen û wêneyên berê weki yên nû qada operasyonê nîşan dide. Weki dîmenên nû serwîs dike. Nûçeyên ku esl û feslê wan tune, piştî rastiya wan derdikeve holê dibe mijara pêkenînê.
Di şerê 2'emîn ê Cîhanê de ji fermandarê şer Gerenalê Amerîkî George S. Patton gotibû “Di şer de berê rastî tê kuştin." û rastiya îro pênase kiribû. Niha jî medya beşdarî civîna Serokwezîr Bînalî Yildirim bû di operasyona Efrînê de pêşengiya operasyonê dike û bi dîmen û wêneyên kevn rastiyan berovajî dike. Li Tirkiye ku daraz û zagonsazî ketiye destê hikûmetê êdî dixwazin çapemeniyê jî têxin bin kontrola xwe. TSK'ê bi fermana AKP-MHP'ê li dijî Efrinê operasyona "Şaxa Zeytûnê" da despêkirin û di roja 5'an de berdewam dike. Medya ku bi fermana Serokwezîr Bînalî Yildirim wêne, dimen û manşetan diyar dike di şer de pêşeniya operasyonê dike. Piştî Serokwezîr Bînalî Yildirim di 21'ê Çile de nûnerên çapemeniyê re civîn pêk anî û fermana ji 15 xalan pêk tê pêşkêşî wan kir, hemû çapemeniya hawiz bi yek ziman û yek pênûsê dest bi weşanêkirin. Medya ku di fermana Serokwezîr de tev digere bi vê yekê jî nehat ser dest bi şerê taybet kiriye. Medya li Tirkiye di bin baneyê Midûriyeta Giştî ya Enformasyonê (BYEGM) de li Hatay û Kîlîsê "Biryargeha çapemeniyê" ava kirin.
Yên ku îtîraz dikin jî rastî êrîşan tên û tên binçavkirin. Wekî Rojnameya Afrika ku li Kibrisê weşanê dike ji ber manşetek cuda avêt rastî gefan û êrişan hatin. Dîsa rojnamegerên ku li ser hesabên xwe yên taybet li dijî vê yekê derketin û fikrên xwe parve kirin hatin binçavkirin.
Şerê ku ji qadan zêdetir li ser hiş û mejî bandorekê çê dikin. Bi wêne û dîmenên ku ji rastiyê dûr hiş û nerînek din di mejiyê civakê de cêdikin û civakê ji rastiyan dûr dixin. Ji agahdarkirinê wêdetir armanc dikin ku civakê li gorî nerîna xwe bikin xwedî agahî. Lê ew rastiya ku tê guhertin û berovajîkirin piştî demekê derdikeve holê. Rastî nayê veşartin. Di ser platforma medya civakî de jî li ser hesabê şaş civak şaş tê agahdarkirin û arastekirin.
Li gorî malpera “teyit.org” de gelek mînak hatine parvekirin. Ev mînakên agahiyan ên hatin parvekirin nîşan dide ku çiqas agahî tên dezenformasyonkirin. Rastî tê bervajîkirin.
MÎNAK 1: LÎSTIKA VÎDEO DÎMENA OPERASYONÊ HAT NÎŞANDAN
Li gel medya civakî wekî rojnameyên Milliyet ên nûçeyan û qanalên nûçeyan ên wekî Haberturk dîmenên berê û kevn wekî dîmen û wêneyên nû yên der barê Efrinê Hat îdîakirin ku dîmenên herêma Şeyh El Hadid a Efrîne dema hatiye bombekirin hatiye kişandin. Lê hat teyîtkirin ku vîdeo aydî sala 2010'an a lîstika bîlgisayarê ya “Medal of Honor” e. Lîstik di sala 2013'an de li YouTube hat barkirin.
MÎNAK 2: DÎMENÊN AVÊTINA ROKET DERKET HOLÊ KU AYDÎ ARTÊŞA SÛRIYE YE
Disa Ajansa Nûçeyan a Dogan (DHA) û Ajansa Nûçeyan a Îhlasê bi ser navê "Beriya niha çi bû?" û wekî malperên nûçeyan ên Vatan, Superhaber.tv gr û kalanên TGRT Haber, Rudaw English, CNN Turk, A Haber, TRT dest bi weşandina dimen û vîdeoyên kevn kirin û wekî nû ye nîşan dan.
Dîsa gelek mînakên din ku wekî nû ye û rast e nîşan didin, lê piştre derdikeve holê ku dîmen, wêne û bûyer li cihekî cûda aydî demek cuda ye.
MA / Omer Çelîk