COLEMÊRG - Xebatkara Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasi Mizgîn Fendîk hat berdan.
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê xebatkara Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasi Mizgîn Fendik dema li Geverê li aboneyan rojname belav dikir hat binçavkirin. Fendik dema rojname li aboneyan belav dikir polîsan ew rawestand û li maşîna zirxî suyar kirin û birin Midûriyeta Polîsan a Geverê. Fendîk piştî îfade da sewqî dozgeriyê kirin. Dozger jî piştî li îfadeya Fendîk guhdar kir bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Ceza ya Sulhê kir. Fendîk, piştî li Dadgehê îfade da bi şertê kontrola edlî serbest hat berdan.