NAVENDA NÛÇEYAN- Rêxistina Sînornenas (RSF) li ser helwesta hikûmetê ya li dijî çapemeniyê daxuyanî da û helwesta hikûmetê rexne kir. RSF'ê civîna ku Serokwezîr Bînalî Yildirdim bi çapemeniyê re çêkir wekî kontrolkirina hemû çapemeniyê bênase kir.
Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF), têkildarî sparîşa nûçeyan a hikûmeta AKP'ê û helwesta medya tirk daxuyanî da. RSF'ê civina ku Serokwezîr Bînalî Yildirim bi çapemeniyê re pêk anî wekî hewldana kontrolkirina hemû nûçeyan pênase kir. RSF’ê lîsteya ‘nûçeyên sîparşîs’ ku Bînalî Yildirm da çapemeniyê wekî arastekirin û kontrolkirina çapemeniyê bi nav kir û ev yek şermezar kir. RSF’ê banga Yildirim ya ji bo medyayê ya ‘’çavdêrîkirina li berjewendiyên millî’ weke hewldana ‘’ketina bi xizmeta şer û hikûmetê ya medyaya Tirk’ bi nav kir. RSF’ê gotinên Yildrim ku di civîna 21’ê Çile de kir, ya bi tevlêbûna 15 nûnerên saziyên medyayê pêkhatî û venexwendina ajansê biyanî û ajansên dî weke ‘nêçîra pîresêhran’ bi nav kir. Piştî ku nîşeyên civînê ji hêla raya giştî ve hatin dîtin rayedarê RSF’ê Johann Bîhr ‘têkçûna pirrengiyê’ ya li Tirkiyê destnîşan kir.
Edîtorê Maseya Rojhilatê Ewropayê û Asyaya Navîn a RSF’ê wiha got: "Ev pêla nû ya propagandayê, nêçîra pîresêhran a li bara dengên rexnegir û hema hema qet nekirina nîqaşa li ser vê tevgera leşkerî, asta têkçûna pirrengiya li Tirkiyê destnîşan dike. Hikûmeta Tirk ji kontrola jidiyayî ya li ser çapemeniyê ne kêfxweş e û hejijîna baweriya gel a li dijî rêvebriyê û zêdebûna rageşiya li welêt jî aniya ber çavan û hewl dide ku hemû nûçeyên ku medya çêdike bi temamî kontrol bike.
Di daxuyaniyê de hate gotin di sê rojên dawî de ji ber sedema parvekirinên medyaya civakî ji 100 kesî zêdetir mirov hatine binçavkirin, di nav van de nûçegihan Nûrcan Baysal, Hayrî Demîr, Îskak Kararak, Seda Hurtaş jî hene û hate bibîrxistin piştî ku Erdogan rojnameya Afrîka ya ku Bakurê Qibrisê weşanê dike û ji tevgera dagirkerre ‘dagirker’ gotibû, hedef nîşan da, êrîş li ser hatiye kirin.
RSF’ê bi bîr xist ku kameravanê Ronahî TV Zekerya Şêxo li nêzî Raco ya Efrînê dema ku dîmenê şer tomar dikir di encama êrîşên artêşa Tirk de birîndar bûye.