EFRÎN - Balafirên girêdayî TSK'ê gundê Efrînê bombe kir. Di bombekirina gundê Efrinê de xaniyan û welatiyên gund zerar dîtin. Gelek xanî xera bûn. Zerar gelek mezin e.
Operasyona TSK'ê û OSO ku bi fermana AKP-MHP'ê li dijî Efrînê di 20'ê Çile de dest pêkir, di roja 5'an de berdewam dike. Li bejayî bi tang û topan herêmê bombe dike, ji hewayî jî balafirên şer ên F-16 gund û herêmê bombe dikin. Balafirên şer ên TSK'ê gelek gundên girêdayî Raco bombe kirin û xera kirin. Ji ber bombekirinê gelek xanî xera bûn û sero bin bûn. Wêde û dîmenên ji 6 gundan hatin kişandin nîşan dide ku êrîş çiqas mezin e.