EFRÎN - Nûçegîhanê Ronahî TV Zekeriya Şêxo yê di şerê li Efrînê de birîndar bû, li nexweşxaneyê tê dermankirin. Şêxo diyar kir ku ew dê her dem bibe çav û guhê bajar û xebata xwe berdewam bike.
Rojnameger û Nûçegîhanê Rohanî TV Zekeriya Şêxo yê li Navçeya Reco ya Efrînê di operasyona TSK'ê ya li dijî Efrînê de birîndar bû, dermankirina wî li nexweşxaneyê berdewam dike. Şêxo, li Nexweşxaneya Avrinê emeliyat bû û rewşa wî ber bi başiyê ve diçe. Heval û malbata Şêxo ew ziyaret kirin û hêz dan wî. Şêxo li nexweşxaneyê ji ajansa me Mezopotamya (MA) re axivî û wiha got: "Rewşa min baş e. Niha hemû cîhan li dijî operasyona TSK'ê ya li dijî Efrînê bêden e. Em vê yekê şermezar dikin. Em hewl didin vî şerê li vir bi cîhanê re parve bikin. Em bang li hempîşeyên xwe dikin ku raya giştî rast agahdar bikin. Ez bang dikim û dibêjim ez nemirim. Ezê nemirim. Ez dê her dem rastiyan ji raya giştî re pêjim û parve bikim. Ez dê her dem li pey heqîqetê bim. Ez dêbibim çav û guhê Efrînê yê cîhanê."