HESEKÊ - Bi deh hezaran welatiyên Hesekê û Kobanê bi armanca piştgiriyê berxwedana Efrînê meşek girseyî pêk anî. Piştî meşê gelek ciwan ji Hesekê û Kobanê berê xwe dan Efrînê.
Bi deh hezaran welatiyên Hesekê bi armanca piştgiriyê bidin gel û berxwedana Efrînê meşek girseyî pêk anîn. Bi hezaran welatî li Sînalko ya Hesekê kom bûn û haya gundê Miftî meşiyan. Nêzî 10 hezar kes beşdarî meşê bûn. Bi dehezaran welatiyên bajarê Hesekê û gundên wê yên ji hemû pêkhateyan ji bo piştgirtiya berxwedana Efrînê û şermezarkirina êrîşa li ser gelê sivîl meşiyan. Bi dehezaran welatiyên bajarê Hesekê û gundên wê yên kurd, ereb, suryan û eremen bi armanca tevlî meşa girseyî ya ji bo piştgiriya Efrînê bibin berê xwe dan Çerxeriya Şehîd Şahîn (Sînalko) ya li taxa Til Hecer. Welatiyan dikanên xwe girtin û berê xwe dan qada meşê. Meşvanan di destê xwe de şaxên zeytûnan hilgirtin, alên partiyên PYD, Çep a Demorkatîk a Kurd li Sûriyê, Partiya Pêşvero ya Kurd li Sûriyê, TEV-DEM û al û sembolên sazî û dezgehên bajar vekiribûn. Pankartên bi nivîsên silavkirina berxwedana Efrînê vekirin û bê navber “Bijî Berxwedana Efrîn”, “Bijî Ocalan, Bimre kujer Erdgoan”, “Efrîn ne bi tenê ye” û bijî berxwedana YPG û YPJ’ê berz kirin. Meşvan bi hêrseke mezin dest bi meşê kirin.
EREB KURD Û SURYANIYAN BI HEVRE DAXUYANÎ DAN
Şêniyên Hesekê di meşê de diyar kirin ku ew ê tu carî Efrînê bi tenê nehêlin û êrîşa li ser Efrînê wekî êrîşa li dijî hemû gelên Bakurê Sûriyê pênase kirin. Meşvan heta Qada Şehîdan a taxa Mifî meşiyan û li vir daxuyanî dan çapemeniyê. Li ser navê girsa kurd, ereb û suryanî nûneran axaftin kirin. Li ser pêkhateyên kurd Hevseroka Meclîsa Bajarê Hesekê Civîn Remo, li ser navê Pêkhateyên Suryanî Endamê Rêveber ê Partiya Yekîtî ya Suryanî û li ser navê pêkheteyên ereb jî Hevserokê Meclîsa Gel a Bajarê Hesekê Husam Elî axivî.
Piştî axaftin bi dawî bûn komek ciwanên Hesekê sûnd soz dan ku wê berê xwe bidin Efrînê û tevlî Berxwedana Serdemê ya Efrînê bibin.
KOBANÊ JÎ JI BO EFRÎNÊ MEŞIYAN
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Kobanê jî bi heman armancê meşiyan. Piştî ku Rêveberiyên Xweseriya Demokratîk ên Efrîn û Cizîrê li dijî operasyonê meşiyan, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kobanê jî seferberî bi heman armancê ragihand. Rêveber û endamên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kobanê li qada Şehîd Egîd a bajarê Kobanê kom bûn. Hevserokê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Muslim daxuyani da û seferberî ji bo piştgiriya bi berxwedana Efrînê ragihandin.
Enwer Muslim di daxuyaniyê de wiha got: "Projeya Demokratîk ku bi ragihandina rêveberiyên xweseriyên demokratîk li Bakurê Sûriyeyê ji aliyê hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê ve hatiye destpêkirin, ev cara yekemîn e ji sala 1946’an ve welatiyên Bakurê Sûriyeyê demokrasiyê jiyan dikin ev yek jî ne li gorî hin dewletên herêmî û di serî de dewleta Tirk a bi serkêşiya AKP’ê bû. Ev projeya demokratîk jiyana aştiyane di navbera hemû pêkhateyên Sûriyeyê de armanc dike û nimûneya herî guncaw ji bo paşeroja Sûriyeyê û giştî herêmê ye.
Lê hikûmeta AKP’ê bi hemû rêbaz û hêza xwe hewl dide vê projeya demokratîk têk bibe û bi vê armancê alîkariya gelek komên çete yên cîhadîst kir. Niha jî bi heman armancê alîkariya komên çete dike û rasterast bi riya artêşa xwe ya dagiker êrîşî herêma Efrînê ya bi ewle dike. Bi taybet ji ber ku herêma Efrînê bi sedhezaran koçberên ji seranserî Sûriyeyê hembêz kirin. Leşkerên artêşa dagirker û çeteyên wê rasterast welatiyên sivîl armanc digirin.
Niha tevahî cîhan şahid e ku welatiyên Bakurê Sûriyeyê teror têk şikandin û niha welatiyên herêmê li ser axa ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan jiyan dikin û ti carî derfetê nadin çeteyan ku axa wan qirêj bikin.
Divê Tirkiye baş bizanibe ku îradeya gelan ti carî nayê şikandin û ti carî bi riya van êrîşên xwe yên hovane îradeya gel bişkîne û armancên xwe yên sûcdar li Efrîê pêk bîne.
Em weke saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ên kantona Kobanê seferberiyê ji bo piştgiriya bi berxwedana Efrînê re radigihînin. Efrînê bê guman dê bi ser bikeve weke ku Kobanê û bajarên din ên Sûriyeyê bi ser ketin. Di heman demê de em bang li civaka navnetewî dikin ku bi awayekî ciddî berpirsyariyên xwe yên exlaqî rabe. Her wiha em bang li Konseya Ewlehiyê ya Navnetewî li hemberî van destdirêjiyên artêşa dagirker a Tirkiyeyê bi rola xwe rabe, nemaze ji ber ku Efrîn spartgeha ewle ya hemû pêkhateyên Sûriyeyê bû û van sûcên dewleta Tirk li dijî welatiyên sivîl rawestîne."
Girsê di daxuyaniyê de dirûşmeyên "Bijî berxwedana serdemê ya Efîrnê", "Şehîd namirin", "Bimire dijminên mirovahiyê.” berz kirin. Piştî daxuyaniyê komek ciwanên kobanê berê xwe dan herêma Efrînê da ku beşdarî berxwedanê bibin û li seranserî herêmê xwepêşandanên şermezarkirinê yên li dijî êrîşa TSK'ê berdewam in.