EFRÎN - Gelê Efrînê yê bi yekîneyên hêzên parastina gel re rastî êrîşan tên, diyar kirin ku ew natirsin, li virin û wiha gotin: “Dibin her şert û mercî de em ê qadên xwe terk nekin.”
Operasyona TSK'ê ya li dijî Efrînê da destpê kirin di roja 5’emîn de berdewan dike. Ji ber bersiv ji êrîşan re tê dayîn, li herêmê pevçûnên dijwar rû didin. Gelê Efrînê, li dijî êrîşan hewl didin bi yekîneyên hêzên parastinê re axa xwe biparêzin. Gelê bajêr, li dijî êrîşan diyar kirin ku ew natirsin, li virin.
‘EM Ê AXA XWE BIPARÊZIN’
Yek ji welatiyên Efrînê Salîha Mîhemed, diyar kir ku ew hemû YPG’î ne û wiha axivî: “Gel hemû bi YPG’ê re ye. Serê me bi YPG/YPJ û QSD’ê bilinde. Em natirsin û li virin. Heya damla xwîna xwe ya dawiyê em şer bikin û li ber xwe bidin.” Ehmed Remo jî, diyar kir ku ligel hemû êrîşên li ser Efrînê jiyana li bajêr didome û wiha got: “Ev 5 rojin em dibin bonbebaranê de ne. Li gel vê yekê me bajarê xwe terk nekir û em terk nakin. Em natirsin. Nikarin xwe bigihînin Efrînê. Em amadene mîna gel li dijî êrîşan derbikevin û li ber xwe bidin. Heya dawiyê em axa xwe biparêzin.”
'BI BERXWEDANÊ EM Ê QEZENC BIKIN'
Husnê Hennan a ji navçeya Cindirêsê jî, diyar kir ku di êrîşan de sivîl jiyana xwe jidest didin, ligel vê yeke hemû cîhan bedenge û wiha got: “Ez wan şermezar dikim.”
Îdrîs Elî jî, destnîşan kir ku ev demek dirêje Tirkiye dixwaze Efrînê bibîne û wiha axivî: “Heya ku em li ber xwe bidin dê pêşnekevin. Dê bi tu awayî negihijin armancên xwe. Dê gel jî, YPG jî şehîdan bide, lê emê tu carî Efrînê teslîmî tu kesê nekin. Em ê li ber xwe bidin û qezenc bikin.”
‘EM Ê LI DIJÎ FAŞÎZMÊ BIPARÊZINFAŞİZÊ’
Mehmud Hisên ê 17 salî jî, anî ziman ku çi bikin bila bikin, ewê ji Efrînê dernekevin û wiha got: “Emê heya dawiyê li dijî faşîzmê derbikevin.”