EDENE - Tugba Sert a li Girtîgeha Tîpa T a Tarsusê girtî ye, diyar kir ku dema gardiyanan bi ser koxûşên wan de girtine, hevalên wan ên di serşoyê de bûne, gardiyanan xwestine di wê rewşê de hevalên wan bihejmeren û piştî ev qebûl nekirine îşkence li wan kirine.
Tugba Sert a li Girtîgeha Jinan a Girtî ya Tîpa T a Tarsusê girtî ye, bi telefonê zextên li girtîgehê ji malbata xwe re parve kir. Sert da zanîn her roja ku derbas dibe, zextên li ser wan zêde dibin, di 22'yê Çileyê roja Yekşemê gardiyan ketine koxûşên wan û ev tişt got: "Di dema serdagirtinê de hin hevalên me di serşoyê de bûn û xwestin wisa wan bihejmerin. Me bertek nîşanê vê rewşê da, êrîşê me kirin. Hevajên me derb kirin û bi porê wan girtin, bi erdê re kaşkirin. Divê raya giştî di vê der barê de agahdar be."