EFRÎN - Hêzên navneteweyî li Efrînê dixwazin mirinê nîşanî kurdan bidin û wan ji pençeşêrê razî bikin. Li aliyê din Rejîma Baas jî li gorî hevsengiyên li herêmê cihê xwe diyar dike. Kurdên ku di van şert û mercan de tevlêbûna civîna li Soçî red kirin, bi vê sekna xwe carek din hêza xwe ya li Rojhilata Navîn îspat kirin.
Operasyona TSK'ê û komên girêdayî wê ku bi fermana AKP-MHP'ê di 20'ê Çile de dest pê kir, di roja 5'an de berdewam dike. Piştî Rûsya destûr da ku Tirkiye têkeve sînorê Efrînê, TSK'ê di roja ewil de bi 72 balafirên şer li ser Efrînê bombe barandin. Lê gelê Efrînê li dijî şer li navçe û gundan di ber xwe da û 5 rojin destûr nadin ku leşkerên TSK'ê û OSO têkevin axa wê. Berxwedana kurdan a li Efrînê çavê hemû cîhanê kişandiye ser xwe. Li aliyekî ji ber bombekirina balafiran, tang û topan welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest didin. Lê bêdengiya Moskova ya li dijî Efrînê ku tenê hefteyek dem dabû Tirkiye berdewam dike. Çavkaniyên herêmî diyar dikin ku hin hewldanên Rûsya heye, lê êdî piştî vê rewşê nikare baweriya xwe li hemberî kurdan xurt bike. Ne diyare ku piştî pêvajoya ku dabû Tirkiye çi bike.
KURD NAÇIN SOÇÎ
Piştî ku Moskova qada hewayî ji balafirên TSK'ê re vekir, helwesta kurdan a li hemberî Rûsya hat guhertin. Ger ku Rûsya gavan paşve navêje kurd dê tevli civîna Soçî ku di dawiya hefteyê de pêk bê nebin. Ev jî reng û ruyê civînê û encama wê diguherîne.
REJÎMA BAASÊ QADÊ DIŞOPÎNE
Rejîma ku ji ber komên radîkal ên cihadist ku bi piştgiriya Tirkiye li qadê xwe bi rêxistin kirine di nava fikaran de ne, Rejîma Baasê ji ber mînaka berê ya Hatayê di nava fikaran de ye. Her çend îktîdara AKP'ê qala yekîtiya axa Sûriye bike jî dîsa Rejîma Sûriye di nava fikaran de ye. Ji ber ku rejim girêdayî Rûsya ye bêçer ye. Rejîma ku ji aliyekî kêfxweş e li dijî kurdan operasyon hatiye destpêkirin li aliyê din dinavbera El Nusra û komên din de asê maye. Li aliyê din Îran jî bi fekare ku selefî li herêmê pêş bikevin.
DYA LI RÊ DIGERE
DYA ku naxwaze dest ji Tirkiye berde, li aliyê din naxwaze pratîka li qada Irakê dubare bike. DYA di ferqê deye ku valahiyek pêk bê dê DAÎŞ û rêxistinên wekî wê dîsa li herêmê belav bibin. DYa hem naxwaze Tirkiye ji xwe dûr bixe, hem jî naxwaze hevsengiya bi kurdan re xera bike. Hevdîtinên DYA yên der barê Rojava de dê di rojên pêş de helwesta wan diyar bike.
KURD DÊ PÊŞEROJA XWE DIYAR BIKIN
Kurd niha li herêmê êdî wekî xeta sêyemîn xuya dibin. Kurd dê pêşeroja xwe bi têkoşîna xwe diyar bikin. Kurd ên ku hemû welatên cîhanê li ser wan hesaban dikin û naxwazin hevsengiya xwe bi wan re xera bikin, her wiha naxwazin kurd jî bibin, dê bi têkoşîn û hilbijartina riya rast pêşeroja xwe diyar bikin. Kurdan li Efrînê bi berxwedana xwe ya li dijî TSK'ê çavê hemû cîhanê kişandin ser xwe û gelek welatan matmayi dihêle. Gelek hêzên din piştî şerê li Efrinê dê bixwazin bi kurdan re di nava hevkariyê de bin. Bi taybetî welatên Ewropa dê bi helwesta li dijî kurdan vê pêvajoyê bi lez bikin."
MA / Erdogan Altan