AMED - Serokê Giştî yê PDK-Bakur Sertaç Bucak diyar kir ku êrîşa li dijî Efrînê li dijî destkeftiyên kurdan e û ev tişt got: "Her çendî nêrîna partiyên kurd cuda be jî divê berjewendiyên Kurdistanê derkevin pêş." Sekreterê Giştî yê PSK'ê Mesut Tek wiha got: "Em ji bo Efrînê bibin yek deng."
Piştî Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) û komên girêdayê OSO'yê êrîşê Efrînê kirin, partiyên dewletê yên wekî AKP, CHP, MHP, Vatan Partîsî, Hur Dava Partîsî, Îyî Partî û gelek beşên din bûn yek û sonda qirkirina kurdan xwarin. Kesên li dijî vî şerê wan ê qirêj derket, bi dehan kes girtin û binçav kirin.
Kurdan bertek nîşanê vê pêla nijadperest da û banga yekitiya neteweyî kirin. Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Mesut Tek û Serokê Giştî yê Partiya Demokratê Kurdistan a Bakur (PDK-Bakur) Sertaç Bucak, der barê vê pêla nijadperest a dij kurd de axivîn.Tek destnîşan kir ku operasyona li dijî Efrînê di roja 5'emîn de ye û ev êrîşeke ne rewa ye, Efrîn ne parçeyekî axa Tirkiyeyê ye. Tek bi lêv kir ku Efrîn axa Kurdistanê ya ku dewleta Sûriyeyê dagirkirî bû û wiha axivî: "Ev der axa Kurdistanê ye. Niha jî Tirkiye dixwaze biçe wir dagir bike. Êrîşê mirovan dike."
‘YPG JI BO TIRKIYEYÊ NE GEF E’
Tek aşkera kir ku êrîşên Tirkiyeyê ne rewa ne û wiha axivî: "YPG'ê di daxuyaniyên xwe de bi dehan caran got ku em ji bo Tirkiyeyê ne gefekin û dixwazin bi Tirkiyeyê re di nava têkiliyê de bin. Dîsa Hevserokê Giştî yê PYD'ê yê berê Salih Muslim hat Tirkiyeyê. Bi hikumeta tirk re li Enqereyê hevdîtin kir."
Tek da zanîn ku Tirkiye bi van êrîşan naxwaze pirsgirêka kurd çareser bike û wiha pê de çû: "Tirkiye îdia dike ku ew ji ber PKK'ê diçe Efrînê. Lê heke dewlet dixwaze bi PKK'ê re pirsgirêkên xwe çareser bike, divê pirsgirêka kurd çareser bike. Heke pirsgirêka kurd bihata çareserkirin, dê îro êrîşê Efrînê nekirana. Divê demek ji beriya demekê Tirkiye pirsgirêka kurd çareser bike." Tek destnîşan kir ku pêwîstiya kurdên li Efrînê bi TSK û OSO'yê tune û bang li kurdan kir ku li dora daxwazên neteweyî kom bibin û ev bang kir: "Divê partiyên kurd li dora berjewendiyên neteweyî kom bibin. Sedî 90'ê kurdan li dijî vê êrîşê ne. Ji derveyê hin kesên ku berjewendiyên xwe difikirin, kes nabêje 'baş e ku AKP êrîşê Efrînê dike.' Di dîrokê de hin deman kesên ketine nava îxanetê hene. Ji derveyê van kes êrîşa li dijî kurdan qebûl nake."
Tek xwest her kes ji bo aştiyê li dijî êrîşan raweste û wiha got: "Pêwîstiya Efrînê bi me heye. Ji bo em rewabûna Efrînê nîşanê hemû cîhanê bidin, divê em wekî partiyên kurd bên gel hev."
‘VEGERIYAN DEMA XWE YA ÎNKARÊ’
Serokê Giştî yê PDK-Bakur Sertaç Bucak anî ziman Efrîn ji bo ewlehiya Tikriyeyê ne gefek e, êrîş ne rewa ne û ev nirxandin kir: "Dewleta tirk vegeriya salên 1923 yên înkarê. Dewlet hemû destkeftiyên kurdan ji bo xwe wekî gef dibîne."
‘DEREWAN LI KURDAN DIKIN’
Bucak bal kişand ser daxuyaniyên fermî ên dibêjin ku armanca êrîşan ne kurdin û di vê der barê de ev nirxandin kir: "Dema destpêkê êrîş kirin gotin ku 'em korîdora kurd asteng dikin.' Piştî bertek zêde bûn, vê carê li gorî xwe peyva 'Korîdora terorê' xistin dewrê. Lê armanca sereke destkeftiyên kurdan e. Medyaya tirkan jî derewan dike, tu kurd piştgiriyê nade êrîşê. Heke tiştek wiha hebe çima heta niha li ber deriyê me bi sedan polîs kom nebûne. Ji bo kurd bi rihetî bertekên xwe bînin ziman, bila bingeha qanûnî amade bikin. Bertekek herî piçûk dibe sedema binçavkirinê. Kurd li dijî vê operasyonê ne û di hilbijartinan de ev danîn holê."
Bucak derbirî ku kurd ji çareseriya demokratîk re amade ne, lê dewlet şidetê dewam dike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Divê hemû partiyên siyasî yên kurd, ji bo berjewendiyên Kurdistanê tê bikoşin."
MA / Cîhan Olmez - Devran Toptaş