EFRÎN - Tirkiye bê navber 4 roj e ji hewa û bejahî ve bajarê Efrînê bombebaran dike, gelê sivîl li dijî êrîşan di parastina cewherî de ye û li gelek cihan pevçûnên dijwar rû didin.
Tirkiyeyê bi Artêşa Sûriyeya Azad (OSO) û komên Mertalê Firatê re Efrîn dorpêç kirine, bê navber 4 roje dewam dike. Êrîşên di 20'ê Çileyê bi êrîşa hewayî dest pê kir, di 21'ê Çileyê de bi êrîşa li dijî Reco, Bilbilê, Cindirisê, Şêrewanê û Şerayê dewam kir, ev herêm bi tang, obus û çekên giran didomin. Êrîşên bi 72 balafiran dest pê kir, destpêkê Wargeha Robar a Penaberan kirin armanc. Di vê êrîşê de 7 sivîlan jiyan xwe ji dest da, li wargehê zerara madî zêde ye.
Heta niha herî kêm 18 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes birîndar bûn. Kesên jiyana xwe ji dest dane, 8 kes ji malbata El Huseyn in. Malbat berî 3-4 mehan ji Idlibê koçî Şêrawa kiribûn. Ferdên malbatê yên jiyana xwe ji dest dane navên wan wiha ne: Rehef El Huseyn El Omer (33), Wael El Husêyn (1), Hadeel El Husêyn (10), Fatalah El Huseyn (8), Salameh El Huseyn (6), Musab El Huseyn (7), Ehmed El Husên (17), Samak El Huseyn (16).
PEVÇÛN DEWAM DIKIN
Li gorî agahiyên ku şervanên YPG/YPJ'ê dane, di şer de 4 jê leşker 12 endamên OSO'yê mirin, ji 10'an zêdetir birîndar bûn. Di êrîşên li dijî girên Îska, Çelemê, Til Silorê û Şêx Satûfê de 4 şervanên YPG'ê jiyan xwe ji dest dan, 9 sivîl jî birîndar bûn.
Girên Baflon ê navçeya Şera, gundê Cilbir, Wargeha Robar a Dîkmetaş, girê Qestelê hat bombekirin. Hêzên TSK û OSO'yê hewl dan bikevin qadên YPG'ê, şerên dijwar rû dan û 2 tank û Jammerin derb kirin, gelek endamên OSO'yê hatin kuştin û yên mayî paşve vekişiyan e.
Operasyona bejahî di heman demê de li navçeyên Reco û Bilbilê jî dest pê kir. Gundên Baliya û Edenayê kirin armanc. Di şerê navbera TSK û OSO'yê de 2 leşkerên TSK'ê û 10 endamên komên girêdayê TSK'ê hatin kuştin, 3 tang jî rûxandin. Di şerê li gundê Şingêlê de şervaneke YPJ'ê birîndar bû.
GEL BAJAR NATERKÎNE
Ruxmê êrîşên hewayî û çekên giran gel dest ji bajêr berneda, li navenda bajêr jiyana rojane dewam dike. Bi taybetî ciwan tev li Erka Xweparastinê dibin. Tirkiye ji hêlekê ve dixwaze qada 30 km ya ewlehiyê veke, gel di parastina bajêr de bi israr e.
MA / Erdogan Altan