EFRÎN – Êrîşa balafirên şer ên TSK'ê ya li dijî Efrînê dewam dike. Di encama bombebarana li gundê Cilbere ya Şêrawayê Heyva Sor a Kurd lêkolîn pêk anî û ragihand ku hejmara yên jiyana xwe ji dest dan gihîşt 7'an, 6 jê zarok û 12 kes jî birîndar bûne.
Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) êrîşên xwe yên li dijî gundên Efrînê berdewam dike. Ji hêlekê ve agahiyên komkujiyên li dijî sivîlan tên û li aliyekî ve jî bomberan dewam dike.. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), di êrîşa li dijî gundê Cilbere ya girêdayî Şêrawayê ku Heyva Sor a Kurd lêkolîn kiriye 7 sivîlan jiyana xwe ji dest da, 6 jê zarok 12 sivîl jî birîndar bûn.
Birîndar niha li nexweşxanê tên dermankirin. Li gorî bijîşkan rewşa hin birîndaran giran e.
Di saetên serê sibahê de li gundê Mermînê ya navçeya Şera 2, li gundê Dîwa ya Cindirêsê welatiyekî jiyana xwe ji dest dabû, 13 kes jî birîndar bûbûn. Dîsa li gundê Edame ya herêma Reco jî ji ber êrîşên topan Hiba Ekrem Osman (13) û Deryan Şexo (20) birîndar bûbûn û rakiribûn Nexweşxaneya Avrînê.
Duh jî di êrîşên hewayî de 7 sivîl û 3 endamên YPG/YPJ'ê jiyana xwe ji dest dabûn û 13 sivîl birîndar bûbûn.
Li gorî daxuyaniyan ji duh ve heta niha 20 kesan jiyana xwe ji dest daye û gelek kes jî birîndar bûn.