WAN - Doza cerdevan Tekîn Gulaçti yê îstîsmara 3 xwişkên hev kir, hêj bi encam nebûye. Dayika 3 zarokan N.Y., ji ber ku cerdevanê bersûc Gulaçti bi cilên qat û kravat derket pêşberî dadger û nehat cezakirin bertek nîşanî darazê da û diyar kir ku heviya wan namîne. "
4'emîn danişîna doza cerdevan Tekîn Gulaçti yê îstîsmarî 3 xwişkan ên astengdar kir li Wanê hat dîtin. Min wekî rojnamegerekê doz şopand. Beriya ez beşdarî danişînê bibim min hevalek xwe ya resam dît. Me sohbet kir û got ez çawa dikarim wêneyê îstîsmarkarekî xêz bikim. Piştî vê yekê dema ez beşdarî danişînê bûm. Min got divê ez wisa li bersûc mêze bikim da ku ez wêneyê wî di mejiyê xwe de bikişînim û bi hevala xwe ya resam re parve bikim da ku karibe wêneyê wî xêz bike.
ÎSTÎSMARA XWE DI NAVA BAŞIYÊ DE PÊÇA YE
Danişînê piştî çend saetan dest pê kir, ez û hevala xwe ya rojnameger li salonê bûn. Mirovê 50 salî yê li nêzî parêzerê mexdûran rawestiya bû bala min kişand. Piştre derî vebû û mêrekî cilên wekî jilêt lê û destê xwe li ba kir bala bin kişand. Yê ku hat bersûc û cerdevan Tekîn Gulaçti bû. Piştî lêpirsînê dest pê kir û dest bi parastinê kir bersûc got “Min pere û xwarin dibir ji wan re. Xwedê şahidê min e." û xwe xist nava kirasê "Başiyê". Bersûcê ku berê îfadeyek dirêj dabû dozger vê carê tiştê berê gotibû red kir û dijberî wê parastin kir û bi gotina “Xwedê şahidê min e."
Dema îfadeya zarokên rastî îstîsmarê hatin xwend em rojnameger li bendê bûn li gorî vê yekê biryarek bê dayîn. Lê em bûn şahidê parastina bersûc û parêzerê wî yê îstîsmarê rewa dike. Parêzerê girêdayî Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatê parastin kir û got "Divê nakokiyên di dosyaye de bên rastkirin." Piştre doz taloqî adarê hat kirin.
HAWARA BAV: ÇIMA EV ZILAM NAYÊ CEZAKIRIN
Piştî dadgehê biryar aşkere kir, ez li bav geriyam û min ew li ber deriyê salonê zevt kir. Piştî min got ez rojnameger im û pirsa 'Bavê zarokan tu ye? pirsî, A.Y. dest bi axaftinê kir û got: “Ez im, lê dê çi bê guhertin? Kî dê guh bide min û dengê min bibhîze? Kes alîkari nade me tu jî nikare alîkarî bide me. Çima ev mirov hêj nayê cezakirin? Ma ez xwe bikujim?" û hêrsa xwe anî ziman. Bav A.Y., anî ziman ku her tişt aşkere pêk hatiye, lê hêj îstîsmarkar nayê cezakirin û wiha got: “Hêj dê çi bê serê me? Hem qirêjî kiriye û hem jî derew û bêbextiyan dike. Ev çawa edalet e."
Bav A.Y. çavê wî tije hêsir bû û xwest gelek tiştan bêje, lê tiştek negot. Hefteyek şûnde ez û aktîvîsta Komeleya Jinan a Wanê (VAKAD) Songul Ozinver bi hevre çûn mala wan. Malbat koçî taxek dervê navçeya Payizava kirine. Çawa me li derî da hemû xizmên malê bi hevre em pêşwazî kirin. Li mala mustaqîl a 2 qat sobeyek pir kevn dadayî bû. Dayik, bav û 6 zarok bi hevre dijîn. Em li odeya sobe lê dadayî tevî malbatê li dora sobê rûniştin. Çawa em rûniştin hemû zarok bi meraq li dora me kom bûn û li me mêze kirin. Çavê min li 3 zarokên xwişkên hev ên astengdar ket. Xwişka mezin çû mutbexê. Temenê wan di navbera 13 û 14'an debûn. Piştî me qala îstîsmarê kir, 2 xwişkên ku di bin parastinê de ne ji tenişta me qut nebûn. Dalik û bavê ku 6 zarokên wan hene, ji xeynî keça wan a zewicî 5 zarokên wan asteng dar in.
'EM NIZANIN SERÎ LÊ KÊ BIDIN'
Aktîvîsta VAKAD'ê ku bi salan e mal bi mal digere Songul Ozinver bi dayik û bav re sohbet kir û li ser mafê wan û rêya lêgerîna mafan agahî da. Ozinver, bal kişand ser pirsgirêkên derûnî yên zarokan û zahmetiyên dijîn. Piştî axaftinan Bav A.Y., got “Ez bav im. Bê çare me. Darizandin û dadgeh ji bo çiye nizanim. Li şûna li me guhdar bike tenê li derewê tacîzkar guhdar dike. Malbata min perçe perçe bû. Ez nizanim ez êdî serî li kê bidim." Piştî demek şûnde bav zavayê xwe da kêleka xwe û derketin derve.
'WEKÎ MELEYÊ GUND BE'
Piştî demekê dayik N.Y., dest bi axaftinê kir û serpêhatiyên xwe vegot: “Min nizanîbû. Ger ku min zanûbûya min destûr nedida bê mala min. Keçê min ji min re negotin. Keça biçûk her tişt ji mamosteyê xwe re gotibû. Dema bûyer rû da ez çûbûm mala bavê xwe. Ez 10 rojan ne li mal bûm. Çend sal berê em çûbûn warê xwe. Me li wir zevî kirûbû û bi cih bûbûn. Hevserê min 10 salan şivanî kir. Mala me dûrî malên din bû. Ne fêde û ne jî zerara me çê bû. Yên li gund tev xizmên hev bûn. Tenê em xerîb bûn. Ji ber ku hevserê min şivan bû ez û zarokên xwe li mal bûn. Ev zilam jî dem dem dihat mala me. Ne diçû cem xizmên xwe dihat mala me. Me çi zanibû ku xerabî di ruhê wî de heye. Li gund dihat hezkirin û naskirin. Li mizgefta gund nimêj dikir. Meletiya gund dikir.
TENÊ LI MAL BÛN
Ez wê demê ne li mal bûm. Bavê wan şivan bû. 3 keçê min û birayê wan ê xort ê 18 salî li malê bûn. Ew jî asteng dar bû. Wî mirovî pere xistiye destê kurê min û ew şandiye dikanê. Li malê jî zor li keçê min kiriye. Berê jî keça min a mezin bêzar dikir. Digot ‘Ez dê bi tere bizewicim. Erebe ji tere bistînim.' û ew xapandibû. Dema keça min li dijî vê yekê derketiye jî bi gotina 'ez dê te û xwişkên te bikujim' û gef li wan xwaribû. Hêj zarokê min ev tişt bi rêk û pêk ji mere negotiye. Piştî bûyerê me hemûyan ji wî gundî nefter kir. Niha ne kar heye ne jî pere heye. Em di xaniyê kirê de dimînin. Em dê çi bikin em nizanin. Her ku diçe heviya me kêm dibe. Dibe ku neyê cezakirin. Em dê di nava êşa xwe de bimînin."
'EM REHET BERNEDAN'
M.Y. ya 22 salî ku rastî îstîsmara Gulaçti yê cerdevan hat jî wiha got: “Dixwest pere bide min. Lê zarokê wî û hevsera wî hebû. Min di got tu çi ji min dixwaze? Lê aramî nedida min. Her dem li pêş min bû. Heman tişt anî serê xwişkê min jî. Min hewl da wan xelas bikim. Min pereyê wî avêt çopê. Digot 'Ez dê tebikujim' û gef li me dixwar. Dema ez diçûm nexweşxaneyê jî li pey me dihat. Min çiqas kir qêrîn lê pêşiya min berneda."
MA / Nîmet Olmez