AMED - Cenazeyê Ferîde Yildiza ku di jêrzemînên Cizîrê de tevî bi sedan sivîlî hat kuştin, 2 salin hîn jî nehatiye dîtin. Malbatê 3 caran nimûneya DNA'yê da, lê belê tu encam bi dest nexistin.
Di dema pêvajoya qedexeya derketina derve ya li Cizîra Şirnexê de, yek ji wan sivîlên ku xwe li jêrzemînên li Cizîrê hêwirand û tevî bi sedan kesî hat kuştin jî Ferîde Yildiz e. Du sal di ser kuştina Yildizê re derbas bûne, lê belê hîn jî cenazeyê wê nehatiye dîtin. Malbata Yildizê ji bo cenazeyên li goristanên bêkesan hatin definkirin 3 caran nimûneya DNA'yê da, lê belê dîsa jî tu encam bi dest nexistin. Di demên dawî de piştî ku li Cizîrê cenaze dertên li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê malbatê careke din nimûneya DNA'yê da, lê belê hîn jî encam bi dest nexistiye. Malbat ji ber vê rewşê nerihet e. Dê û bavên Yildizê diyar kirin ku tenê ew dixwazin hîn bibin ka keça wan li kuderê ye.
Bav Îzettîn Yildiz diyar kir ku dema ew pê hesiyaye ku keça wî di jêrzemînên Cizîrê de ye, berê xwe daye Cizîrê. Bav Yildiz got ew gelekî li keça xwe geriyaye lê belê wî ew nedîtiye. Yildiz got ku dema ew ewil çû Cizîrê dîtiye ku hemû cenaze hatine şewitandin û wiha domand: "Di ser bûyerê re zêdeyî du salan derbas bû. Me gelek caran serî li Dozgeriya Komarê da. Me du caran ji bo DNA'yê xwîn da. Piştî li Cizîrê hin cenazeyên din jî derketin careke din li me geriyan û xwestin em ji bo DNA'yê careke din xwînê bidin. Hîn jî tu encam jê derneketine. Ez nizanim keça min li kuderê ye. Heke miribe ez cenazeyê wê dixwazim." Bav Yildiz got ku niha ya ku dê wan rihet bike ew e ku ew zanibin ka keça wan li kuderê ye. Her wiha bav Yildiz destnîşan kir ku dema bê xwestin, rayedar dikarin di rojekê de jî testa DNA'yê biencam bikin.
‘DEMA BIBIHÎZIM GORISTANEKE BÊKESAN LI KUDERÊ YE BERÊ XWE DIDIM WIR'
Dayik Feleknaz Yildiz jî diyar kir ku çi sax çi mirî ew keça xwe dixwaze û ji ber vê rewşê çavê wê tim li riyan e. Yildiz destnîşan kir ku dema keça wê di jêrzemînên Cizîrê de bû bi saxî dihatin bombekirin û wiha domand: "Tu der nema em neçûne û tu derî nema me lê nexist. Heke bixwazin dikarin di rojekê de jî encama DNA'yê diyar bikin. Min li Amedê du caran ji bo DNA'yê xwîn da, cenazeyê keça min neda. Herî dawî me dîsa li Erxeniyê ji bo DNA'yê nimûne da. Em li bendê ne. Dema bibihîzim li cihekî goristaneke bêkesan heye, dibêjim gelo Ferîdeya min li wir e û ber bi wir ve diçim. Ez hestiyên keça xwe dixwazim."