ÎZMÎR - Li Îzmîrê, 7 kesên ku zêdeyî 14 mehan e girtîne û ji ber li der barê dosyeya wan de "biryara nepeniyê" heye nizanin ji bo çi hatine girtin û ji bo hinceta girtina xwe hîn bibin "bi lêdana li derî" rewşa heyî prostesto kirin. Ji ber vê protestoyê der barê wan de lêpirsîna dîsîplînê hat destpêkirin.
Li Îzmîrê di 9'ê Kanûna 2016'an de bi hinceta der barê wan de "îxbar heye" Agit Ozer, Cemal Bulut, İlhan Yuksek, İsmail Akkan, Mazlum Alp, Murat Ulug û Yakup Akguç, hatin girtin û zêdeyî 14 mehan e di Girtîgeha Tîpa T a Jimare 3'yan a Şakranê de ne. Bêyî ku îdianameya wan bê amadekirin der barê dosyeyên wan ên lêpirsînê de "biryara nepeniyê" hat dayîn û dozgerê ku li dosyeyan dinihêrî demek berê guherî. Her 7 welatî ji ber nizanin ew bi kîjan hincetê hatine girtin û ji bo hay ji vê rewşê hebin meha borî çalakiyeke prostestoyî li dar xistin. Ji ber çalakiya "lêdana li derî" li dar xistin îdareya girtîgehê der barê wan de lêpirsîna dîsîplînê da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de tê xwestin ku cezayê "sînordarkirina pêwendiyê" û "menkirina ji çalakiyên civakî" li wan bê birîn.
Parêzer Abdulhadî Çetîn, diyar kir ku 14 meh e ew hewl didin hîn bibin ka muwekîlên wan bi çi tên tawanbarkirin. Her wiha Çetîn destnîşan kir ku niha dozgerekî nû li dosyeyan dinihêre, lê belê hîn keys bi destê wan neketiye ku pê re hevdîtinê çê bikin. Çetîn diyar kir ku di lêpirsîna li emniyetê de jî der barê muwekîlên wan de delîlên ku bibin cihê sûcdariyê bi dest neketine. Çetîn got ku di hemû girtinan de heman hincet tên kopîkirin û zeliqandin. Çetin bi lêv kir ku lê belê dema dadgeh pêk bê ew ê hîn bibin ka muwekîlên wan bi çi tên tawanbarkirin. Çetîn got ku piştî muwekîlên wan bên dadgehkirin ew ê hîn bibin ka delîlên ku bên reşkirin hene yan ne û wiha domand: "Yanî sal û 2 meh e delîl nehatine kom kirin, nexwe delîlên ku bên reşkirin tune ne. Wê çi reş bikin. Ma heke delîl hebûna çima 14 meh e dozger kom nekirine? Dozgerê nû hatiye, lê belê ne bawer im ew jî di demeke kurt de dosyeyê bi encam bike."
MA / Ahmet Kanbal