AMED - Amedî êrîşa li hemberî Efrînê qebûl nakin û gotin ya tê kirin dijminatî ye. Amediyan destnîşan kir ku çareserî di pêkanîna yekîtiya netewî de ye.
Ji 20'ê Çileya 2018'an ve Artêşa Tirk hem ji hewayê hem jî ji bejahiyê êrîşî Efrînê dike. Ji ber van êrîşan gelek kes nerihet e û bertek tên nîşandan. Amediyan jî bertek nîşan da û gotin a tê kirin dijminatî ye. Amediyan bi lêv kir ku dê Tirkiye di vî şerî de bi ser nekeve û ji bo kurdan jî tekane riya çareseriyê yekîtiya netewî ye. Welatiyê bi navê Serdar Erîk got ku bi van êrîşan a tê kirin dijminatî ye û li Tirkiyeyê êdî siyasetvan aqil xwarine. Erîk got ku ew ji kendal ber bi jêr ve diçin û wiha got: "Ya tê kirin dijminatî ye. Wekî din tu wateyeke wê tune ye. Li fezayê jî kurdekî bibînin wê li hemberî wî oeprasyonê li dar bixin."
‘AXAFTIN JÎ QEDEXE KIRIN'
Erîk balê kişand ser binçavkirin û girtina kesên li ser medyaya civakî êrîşên li hemberî Efrînê rexne dikin jî û got bi vî awayî axaftin jî hatiye qedexekirin. Erîk got ku dema mirov li ruyê mirovan dinêre wê nerihetî û nekêfxweşiya wan dibîne û wiha got: "Ji Trabzonê heta Konyayê biçin, hûn biçin kuderê jî biçin kes ne kêfxweş e." Erîk got ku ji nifûseke 80 milyonî tenê hin kes şer dixwazin û ew kes jî kesên ku xwe bi şer xwedî dikin bi xwe ne. Erîk bi lêv kir ku kesî ji şer qezenc nekiriye û wiha got: "Em gelên Tirkiyeyê winda dikin. Ma kî ji şer qezenc kiriye? Kesên xwedî aqil divê li dijî şer rawestin. Ma wê ev heta kuderê biçe."
Erdal Kaplan jî got ku hemû saziyên dewlet bi yekdengî xizmeta şer dikin û wê ev êrîş di navbera herdu gelan de bibin cihê şikestinên mezin. Kaplan got ku lê dê tu carî kesên qajqajokiya şer dikin bi ser nekevin. Kaplan li mizgeftan xwendina sûreya Fethê ku Diyanetê ferman kiribû jî bi bîr xist û wiha got: "Ji dêvla ku divê biratiyê, wekheviyê, aştiyê pîroz bike, diçe şer û mirinê pîroz dike. Baş an xerab der barê olê de agahiyên me hene. Ez vê fermana Diyanetê wek fermaneke ku sûdê ji mirinê digire dibînim."
‘PÊDIVIYA SEREKE YEKÎTIYA KURDAN E'
Yuksel Yildiz jî diyar kir ku dema ew li dijî şer derdikevin tên girtin û ji wan tê xwestin ku bibin alîgirê zilmê. Yildiz bi lêv kir ku ew bi awayekî derhuqûqî ji karê xwe hatiye îxrackirin û ew bê sebr li benda wê rojê ne ku edalet bê.
Şeyhmus Ozkaya jî destnîşan kir ku wê Tirkiye nebe hêla serketî ya şer û wiha got: "Em dixwazin ev pirsgirêk bi awayekî demokratîk û aştiyane bê çareserkirin. Dema mafên demokratîk ên kurdan bên naskirin, wê tu pirsgirêk nemînin." Ozkaya balê kişanda ser mirina sivîlên ji ber bombebarana balafiran mirin jî û wiha got: "Cîhan bêdeng dimîne. Vê yekê şermezar dikim. Heta duh jî ev ciwanên kurd li dijî DAIŞ'ê şer dikirin, gelo bi çi ew firotin. Piştî vê saetê rewşeke me ya em li benda alîkariya kesî bin tune ye. Niha pêdiviya herî girîng yekîtiya kurdan e."
‘HER KES AÎDÎ XAKA XWE YE'
Fatma Gul Kinik jî anî ziman ku herî zêde şer bandorê li jin û zarokan dike û ya girîng ew e ku ew bi awayekî topyekûn li dijî şer tev bigerin. Kinik got ku her kes aîdî xaka xwe ye û ne mafê kesî ye ku dest bide jiyana mirovên li vir.
Yilmaz Taş jî diyar kir ku demeke dirêj e ew betal e û wiha got: "Şer tê wateya xelayê. Qezencek me tune ye. Em nikarin debara xwe bikin. Her wiha her tişt jî zem dixwe. Bacên ku ji me distînin jî didin bi tang û topan û ev jî dibin sedema mirina mirovan."