ÎZMÎR - Alîgirê Doç. Dr. Zafer Fehmî Yoruk ku operasyona Efrînê wek "hewldana dagirkirinê" şîrove kir wiha got: "Ji dema Tevgera Aştiyê ya Kibrisê heta niha ev hewldana duyemîn a dagiriyê ye." Her wiha Yoruk got AKP bi riya çapemeniyê hewl dide serketineke sixte biafirîne.
Ji 20'ê Çileyê ve êrîşa hewayî û bejahiyî ya Tirkiyeyê ya li hemberî Efrînê didome. Pisporê Çapemenî û Ragihandinê û Teorîsyen Alîgirê Doç. Dr. Fehmî Yoruk, êrîşên li hemberî Efrînê nirxandin. Yoruk êrîşên ku AKP'ê dane destpêkirin wek "hewldana dagiriyê" şîrove kir û wiha got: "Ji dema Tevgera Aştiyê ya Kibrisê ku Tirkiye di 1974'an de da destpêkirin heta niha ev hewldana duyemîn a dagirkirinê ya Tirkiyeyê ye. Tirkiye berê jî oeprasyonên derî sînor kirin, lê operasyona niha wek dagirkirinê dixuyê. Mirov dikare wek nûçeya Rojnameya Afrîkayê ya li Kibrisê weşana xwe dike binirxîne. Der barê operasyona Efrînê de manşeta herî rast bû."
‘SERKETINEKE SIXTE TÊ AFIRANDIN'
Yoruk got ku Tirkiye êrîşa xwe ya li hemberî Efrînê bi hêzeke mezin a leşkerî û bi komên di bin navê OSO'yê de berdewam dike û li hêla Efrînê jî ew berxwedaneke mezin dibînin. Yoruk bi lêv kir ku heta niha Efrînê tu tişteke ku Tirkiyeyê tehdît bike nekiriye û di çapemeniyên navnetewî de hêla rast a vî tiştî dixuyê. Yoruk destnîşan kir ku çapemeniya tirk ser rastiyan dinixumîne û bi vî awayî piştevaniya êrîşan dike û hewl dide serketineke sixte biafirîne. Yoruk anî ziman ku di çapemeniya navnetewî de jî dixuyê ku herêma herî aram a Sûriyeyê Efrîn e, lê belê ev hêla Efrînê û hêla wê ya demokratîk jî tê tewişandin. Yoruk got ku di qeydên fermî û lêkolînên berê hatine kirin de jî gelheya asayî ya Efrînê 200 hezar e, lê belê gelheya wê ya niha nêzî milyonekê ye. Yoruk got ku sedema vê jî şerê Sûriyeyê ye û kesên ji şer reviyane xwe li vê herêma ewle girtine. Yoruk got ku bi nûçeyên derewîn guherandina vê rastiyê ne pêkan e.
Yoruk destnîşan kir ku Tirkiye bi vê operasyonê xizmeta bendewariyên Esad jî dike û wê di demeke kurt de nikaribe bi ser bikeve. Yoruk got ku heke dirêj bajo jî dê ev yek ji bo gelên Tirkiyeyê û AKP'ê bibe cihê gelek binketinan. Yoruk bi lêv kir ku wê gelek encamên aborî û polîtîk ên vê operasyonên xwe bidin der û wiha domand: "Jixwe hikûmeta AKP'ê di nezda cîhanê de îzole bûye û ev tevger jî perçeyeke ji vê îzolasyonê ye. Wê aborî tesîreke zêde ji vê yekê bigire. Em niha jî dikarin bibêjin bandor jê girtiye." Yoruk destnîşan kir ku di asasê xwe de dê di warê avaniya siyasî û demokratîk a Tirkiyeyê de encamên neyînî derkevin holê û wiha domand: "Ev operasyon hewldana konsolîdekirina hikûmeta AKP-MHP'ê ye. Çimkî ev rejîm bêyî pevçûn nikare bijî. Tim hewl dide ji bo xwe pevçûnan derxîne. Tim bi gotinên ewlehiyî xwe jîndar dike. Û ev operasyon jî di vê çarçoveyê de hatiye destpêkirin."
‘YPG BI BERXWDANEKE CIDÎ PÊŞWAZIYA OPERASYONÊ DIKE'
Rayedarên AKP'î têkildarî operasyonê diyar dikin ku ew "yekpareyiya xaka Sûriyeyê" diparêzin. Lê belê Yoruk destnîşan kir ku ev yek ne rast e û wiha got: "Tirkiye kengî yekpareyiya xaka Sûriyeyê parastiye ku îro biparêze. Heta duh ji bo vê yekpareyiyê xera bike DAIŞ'ê dişand wir. Ew jî bi van gotinên xwe dikenin. Em dizanin cihê ku Tirkiye dikevê nizane jê derkeve. Bi heman awayî ket Iraqê jî, lê hîn jî nikare jê derkeve." Yoruk got ku heke bikaribe bikevê wê li Efrînê jî heman tiştî bike û herî dawî wiha got: "Taliya talî em dibînin ku YPG bi berxwedaneke cidî operasyonê pêşwazî dike."
MA / Ahmet Kanbal