MÊRSÎN - Jinan bi armanca têkoşîn û piştevaniyê Kolektifa Keda Jinê ya Mêrsînê pêş bixin û debara jinan bikin, biryara avakirina kooperatifê dan.
Jinên mêrsînî, bi armanca piştevanî û têkoşîna jinê pêş bixin kom bûn û Kolektifa Keda Jinê ya Mêrsînê ava kirin. Kolektifa Kedê bi armanca debarê û keda wan bê dîtin biryar dan ku kooperatifê ava bikin. Jinan diyar kir ku ew bi awayekî politik xwe bi rêxistin dikin û vê derê wekî qada perwerdehiyê ya jinan esas digirin. Endama Kooperatifê Yuksel Kapikiran anî ziman ku heta niha ji bo aboriyê xebatek wan tune û kolektifiyê êdî kirine qada hilberînê.
Kapikiran, anî ziman ku bi vê xebatê derfetên hilberînê pêşkêşî jinan dikin û wiha got: "Ji bo derfet bê avakirin me ewil 4 maşînê dirûnê bi cih kirin. Piştre maşîna neqişê li kargeriyê bi cih kir. Hevalên me dest bi hilberînê kirin. Piştî xebatên me dest pê kirin gelek jinan serî li me dan. Bi taybetî jinên penaber ên Sûriyeyî eleqeyek mezin nîşanî vê yekê didin. Li vê kargeriyê 15 jin hilberînê dikin. Nêviyê jinên li vir di kargeriyê de hilberînê dikin jê penaberên Sûriyeyî ne. Berê jin li malên xwe rûdiniştin. Lê êdî jin tên li vir hilberînê dikin. Hem piştevaniyê pêş dixin hem jî derfetên debarê vedikin.
'EM AZADIYA ABORIYÊ PÊŞ DIXIN'
Kapikiran, anî ziman ku ji bo tekakesiyê ji holê rakin û bi deyn kargeriyan venekin biryara kooperatifê dane û wiha got: "Dema jin dest bi hilberînê bikin dê alîkariyê ji kooperatifê bistînin. Hem dê kooperatifê pêş bixin û hem jî dê kooperatif bibe pişteka wan. Jin dê bi kooperatifê pirsgirêka aboriyê ji holê rakin û azadiya aboriyê pêş bixin."