*Welatiyên ji Şirnexê yên di salên 90'î de gundên wan şewitandin û koçî gundê Karagoçerê bûn, di konên tu ewlehiya wan tune ye û şertên wan nebaş in de dijîn. Jinên ku hemû barê jiyanê dane ser milê xwe, bi hesreta vegera welat in.
*Bi armanca têkoşîn û piştevaniyê Kolektifa Keda Jinê ya Mêrsînê pêş bixin û debara jinan bikin, jinan biryara avakirina kooperatifê dan.
*Alîgirê Doç. Dr. Zafer Fehmî Yoruk ku operasyona Efrînê wek "hewldana dagirkirinê" şîrove kir wiha got: "Ji dema Tevgera Aştiyê ya Kibrisê heta niha ev hewldana duyemîn a dagiriyê ye." Her wiha Yoruk got AKP bi riya çapemeniyê hewl dide serketineke sixte biafirîne.
*Amedî êrîşa li hemberî Efrînê qebûl nakin û gotin ya tê kirin dijminatî ye. Amediyan destnîşan kir ku çareserî di pêkanîna yekîtiya netewî de ye.
*Dayikên Aştiyê bi lêv kirin ku Serokomar Erdogan ji bo îktîdara xwe têkûz bike êrîşî Efrînê kiriye û ji bo Efrînê wiha bang li hemû kurdan kirin: "Ji bo kurdan têkoşîna hebûnê ye."
*Koordînasyona Dijberî TTE'yê li dijî sepandina kincên yektîpî ket nava hewldanan. Wê koordînasyon maseyên krîzê ava bike, li derveyî welat panelan û gelek çalakiyan cuda li dar bixe. Koordînasyon, wê lixwekirina hîz û şortên ku dê li danişînan li xwe bên kirin jî nîqaş dike.
*Li Îzmîrê, 7 kesên ku zêdeyî 14 mehan e girtîne û ji ber li der barê dosyeya wan de "biryara nepeniyê" heye nizanin ji bo çi hatine girtin û ji bo hinceta girtina xwe hîn bibin "bi lêdana li derî" rewşa heyî prostesto kirin. Ji ber vê protestoyê der barê wan de lêpirsîna dîsîplînê hat destpêkirin.
* Cenazeyê Ferîde Yildiza ku di jêrzemînên Cizîrê de tevî bi sedan sivîlî hat kuştin, 2 salin hîn jî nehatiye dîtin. Malbatê 3 caran nimûneya DNA'yê da, lê belê tu encam bi dest nexistin.
* BTK'ê, ji ber nûçeya der barê MÎT'ê de weşand navnîşana web'ê ya Jinnews'ê asteng kir.
* Çalakiya kedkarên ku hatin îxrackirin dê çalakiya xwe ya li Kolana Yukselê ya "Em karê xwe paşve dixwazin" di roja 442'an de berdewam bike.
* Platforma Şaxan a Mêrsînê dê li şaxa SES'e ya Mêrsînê têkildarî geşedanên rojevê civîna çapemeniyê pêk bîne. (12.30)
* Rêxistina HDP'ê ya Rihayê dê bi tevlêbûna Parlamenterên HDP'ê Dîlek Ocalan û Îbrahim Ayhan li avahiya xwe civîna çapemeniyê pêk bîne. (13.00)