NAVENDA NÛÇEYAN– Serokomar Erdogan, bi Serokomarê Fransayê Macron û bi Serokê Dewleta Rûsyayê Pûtîn re bi riya telefonê hevdîtin kir.
Serokomar Recep Tayyip Erdogan, bi Serokomarê Emmanuel Fransayê Macron û bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Pûtîn re bi riya telefonê hevdîtin çê kir. Di hevdîtina bi Macron û Pûtîn de li ser geşedanên li Sûriyeyê û operasyona li hemberî Efrînê hat rawestandin.
HEVDÎTINA BI MACRON RE
Hat diyarkirin ku Erdogan û Macron li ser meseleya Sûriyeyê, geşedanên dawî û operasyona Tirkiyeyê ya li hemberî Efrînê da destpêkirin axivîne.
HEVDÎTINA BI PÛTÎN RE
Li gor agahiyên ji çavkaniyên Serokomartiyê hatin wergirtin, di vê hevdîtinê de jî li ser operasyona li hemberî Efrînê hatiye destpêkirin hatiye axaftin.