STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji bo bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgerê Komarê yê Bursayê dan. Serdozger dîsa serlêdan red kir.
Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Cengîz Çîçek, Serbay Koklu û Ayla Akat Ata ji bo bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgerê Komarê yê Bursayê dan. Bi vê serlêdanê re ji 27'ê Tîrmeha 2011'an vir ve 724 caran parêzeran ji bo hevdîtinê serlêdan pêk anîn. Serdozgerê Komarê ya Bûrsayê serlêdana parêzeran dîsa red kir.
Serlêdana parêzeran ji 21'ê Tîrmeha 2011'an vir ve bi hinceta "rewşa hewayî xirabe ye", "keştî xirabe ye", "keştî nehatiye çêkirin" û "OHAL" heye bi giştî 724 caran hat redkirin.