COLEMÊRG - Polisan xebatkara Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasi Mizgîn Fendîk li Geverê binçav kirin.
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê xebatkara Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasi Mizgîn Fendik dema li Geverê li aboneyan rojname belav dikir hat binçavkirin. Fendik dema rojname li aboneyan belav dikir polîsan ew rawestand û li maşîna zirxî suyar kirin û birin Midûriyeta Polîsan a Geverê. Polîsan di 20'ê Çile de 100 rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî dema ji Wanê dişandin Geverê li ser rê desteser kiribûn û ajokarê dolmîşê tehdît kiribûn.