DÊRAZOR – TSK'ê piştî li dijî Efrînê operasyon pêk anî, DAIŞ jî hemxewt li dijî Dêra Zorê dest bi êrîşan kir. Çar rojin DAIŞ li heremeke berfireh ya ji gundê Xeranîc êrîşî çeperên QSD’ê dike. QSD'ê 5 maşîneyên bombeyî yên DAIŞ'ê ku xwestin êrîş bikin rûxandin.
Fermandarên QSD’ê têkildarî êrîşên DAIŞ`ê yên li dijî Dêra Zorê agahî dan û diyar kirin ku çar rojin ji sînorê Iraqê heta navçeya Xeranîc bi dirêjahiya 46 km êrîşî çeperên hêzên wan kiriye. Fermandariyê da zanîn ku di êrîşan de heta niha DAIŞ`ê bi 5 erebeyên bombebarkirî hewl da êrîş bike û erebe bombebarkirî beriya bighêjin çeperên QSD`ê hatin rûxandin.
Fermandarên QSD’ê yên li Dêrazorê diyar kirin ku piştî TSK'ê êrîşî Efrînê kir, êrîşên DAIŞ`ê li ser çeperên wan zêde bûye. Fermandarên QSD'ê destnîşan kirin ku heta niha hemû êrîşên DAIŞ hatine şikandin û gelek êrîşkarên DAIŞ`ê jî hatin kuştin. Derbarê encama şer a dawî de, fermandaran diyar kir ku ji ber şer didome nikarin encameke zelal eşkere bikin. Di dîmenek hatiye weşandin de hat dîtin ku erebeyeke ya DAIŞ'ê xwestî ji gundê Xeranîc êrîşî çeperên QSD ê bike hate îmha kirin.