AMED - 3'emîn Danişîna doza 19 jê girtî 40 kesên di serdema qedexeya derketina kolanan a Sûrê de li navçeya Sûrê asê mabûn, li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Di danişînê de kes nehat berdan. Hin girtiyan bertek nîşanî operasyona li ser Efrinê dan. Girtî Omer Atalay, ku serokê dadgehê dengê wî qut kir dirûşmeya "Bijî Berxwedana Efrinê, bimre dijminantiya dewleta Tirk a li dijî Kurdan"
3'emîn Danişîna doza 19 jê girtî 40 kesên ku di serdema qedexeya derketina kolanan a Sûrê de li navçeya Sûrê asê mabûn, li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Kesên ku bi sûcdargiya "Xerakirina Yekîtiya dewletê" û "Endamtiya rêxistinê" tên darizandin ji 7 sal û nîvan heta cezayê giran ê muebetê tê xwestin. Hin girtî li salonê amade bûn û hin girtî jî bi riya SEGBİS'ê tev li danişîna dozê bûn. Parêzerên bersûcan jî li dadgehê amade bûn. Beriya danişîna dozê polîsan li dora avahiya edliyê tedbîrên gelek mezin stendin. Piştî îdîaname hat xwendin dosya hatin xwendin.
DADGER NEXWEST DER BARÊ EFRÎNÊ DE BI AXIVIN
Deniz Ataş ê ji ber sûcekî din girtî bû diyar kir ku li midûriyetê îfade neda û teşhis nekiriye û wiha got: "Xwendin û nivîsandina min tune ye. Min ji ber zextên polîsan girtek îmze kir. Piştî bersûc îfade da dozger mutala xwest û xwest bi girtî bê darizandin.
Piştre bersûc Baran Aslan, bi riya tercûman parastin kir: "Niha dewleta tirk êrîşî Efrînê dike. Ez van êrîşan qebûl nakim" Lê dadger axaftina Aslan qut kir û xwest der barê sucdariyê de parastinê bike. Aslan xwest serbest bê berdan. Bersûcê girtî Umit Ozkan jî bi kurdî parastin kir û bal kişand ser cilên yek tîp. Lê dadger bi gotina "mijarên siyasî ne axive" û axaftina Ozkan qut kir. Ozkan, dîsa axaftina xwe berdewam kir û got: "Em cilên yek tîp qebûl nakin." Dadger ji got "Cilên yek dîp min eleqeder nake. Nu ne mecbûrî li xwe bike" û xwest parastina xwe bike. Ozkan, xwest bê berdan.
‘WATEYA DARIZANDINE TUNE EZ NAXWAZIM BÊM DARIZANDIN'
Omer Atalay jî bi kurdî parastin kir û diyar kir ku 2 salin girtî ye û mafê wan ê parastinê hatiye sînorkirin. Atalay, anî ziman ku ev doz kriminalizekirina parastina cewherî ya doza kurd e û wiha got: "Bi vê dozê mafê kurdan ê hiqûqî siyasî û civakî ye û wiha got: "Ji ber vê mijarê ji avakirina komarê heta niha bi sed hezaran kurd hatin darizandin." Dadger parastina Atalay qut kir û xwest rêveberiya cewherî jêre nebêje. Li ser vê yekê Atalay got wateya darizandinê tune.
‘BIMRE DIJMINANTIYA DEWLETA TIRK A LI HEMBERÎ KURDAN'
Atalay, bertek nîşanî hilwesta dadger da û got: "Hûn bi vê dozê me bi rêveberiya cewherî tawanbar dikin. Hûn parastina gel a cewherî kriminalize dikin. Berovajî dikin. Hûn di vê mijarê de mafê yê parastinê asteng dike. Ez vê yekê qebûl nakim. Li vir tu wateya darizandinê tune ye. Ez carek din naxwazim bêm dadgehê. Atalay piştî vê yekê dirûşmeya “Bijî Berxwedana Efrinê û Bimre dijminantiya dewleta tirk a li hemberî kurdan" berz kir.
Parezerê girtî Yusuf Boz jî parastin. Parêzer diyar kir ku dema muwekilê wî Boz hat binçavkirn birîndar bû û wiha got: "Polîsan dema muwekilê min li nexweşxaneyê tedawî dibû wekî li midûriyeta polîsan îfadeay wî girt."
Piştî parastinê heyeta dadgehê biryar da û der barê Baran Aslan, Ahmet Karatay, Sinem Ateş, Îhsan Biter, Helin Yapici, Îhsan Karatay, Mehmet Şirin Kaya, Umît Ozkan, Mehmet Yakoglu, Yunus Ozak, Mesut Akgul, Sedat Nurîoglu, Yusuf Boz, Omer Atalay, Dilşad Şengul, Mehmet Çoreşoglu, Rihan Kavak Ozbek, Mahsun Saruhan û Ekrem Karatay ên girtî tên darizandin de biryara berdewama girtinê da.
Heyeta dadgehê ji bo kêmasiya dosyayan bê temamkirin doz taloqî 8'ê Gulanê kir.