ÎZMÎR - Polîsan bi ser avahiya HDP'ê ya Navçeya Dikilî ya Îzmirê de girt. Dema kes li avahiyê tune bû polîsan bi ser avahiyê de girt.
Polîsan li navçeya Dîkîlî ya Îzmirê dema kes li avahiya HDP'ê ya Dîkîlî tune bû bi ser avahiyê de girtin. Polîsên ku bi ser avahiyê de girtin, piştî li avahiya HDP'ê lêgerîn kirin, li hevseroka HDP'ê ya Dîkîliyê Kifayet Ceylan geriyan û agahî dan. Ceylan, anî ziman ku heta ew çûn avahiya partiyê, polîsan lêgerîn kiribûn û derketibûn.