NAVENDA NÛÇEYAN – Di operasyona roja 4’emîn a li dijî Efrînê de Serpel Oguz Kaan Usta jiyana xwe ji dest da.
Operasyona Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) a li dijî Efrînê di roja 4’emîn de didome. Duh Piyade Berbaz ê Serçawîş Musa Ozalkan li gundê Bulbaba yê Kilîsê jiyana xwe ji dest dabû. Îro jî Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu di hesabê xwe yê Twîtterê de daxuyanî da û ragihand ku Serpel Oguz Kaan Usta jiyana xwe ji dest daye.