MUGLA – Hevseroka HDP’ê ya Muglayê Fatoş Ay û rêveberê HDP’ê yê bajêr Mehmet Polat bi hinceta êrîşên Efrînê li ser medya civakî şermezar kirine hatin girtin.
Li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Muglayê li bajêr lêpirsîna parvekirinên medya civakê dest pê kir. Piştî fermana lêpirsînê hat destpêkirin li Muglayê yên li ser medya civakî êrîşên Efrînê şermezar kirin hatin binçavkirin.
Polîsan Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Muglayê Fatoş Ay, rêveberê HDP’ê yê Bajêr Mehmet Polat, rêvebera Rêxistina HDP’ê ya navçeya Ortaca Gulseren Taş, Hevserokê Rêxistina HDP’ê Ya Bodrumê Fesîh Aydemîr û du kesên navên wan nehat zanîn binçav kiribû.
Ay, Polat û Taş piştî îfadeyên wan ên li miduriyeta polîsan derxistin Edliya Muglayê. Piştî îfadeyên li dadgehê Taş hat berdan, Ay û Polat ji ber parvekirinên “Ji şerê Efrînê re na” bi îdiaya “Gel tahrîkî kîn û dijminiyê kirine” û “Propaganda rêxistinê kirine” hatin girtin.