ENQERE - Operasyona TSK'ê ya li dijî Efrînê di roja 4’an de berdewam dike. Ajansên medya yên girêdayî tora hawiz û nêzî AKP'ê tenê agahiyên ji çavkaniyên leşkerî û hikûmetê belav dike. Ji bilî wê wê hemû rastiyan berovajî dike. Yên rastiyan parve dikin jî tên binçavkirin. Medya alternatif jî dest bi weşana nûçeyên ku rastiyan vediyêrin kirin. Rojnameger Huseyin Aykol, bal kişand ser vê yekê û got: “Erka medya ya Efrinê kuştina rastiyan e."
Operasyona Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) li Efrînê di roja 4’an de berdewam dike. Çapemeniya hawiz û tora nêzî AKP'ê tenê daxuyanî û nûçeyan ji devê leşkerî û rayedarên hikûmetê belav dike. Piştî Serokwezîr Binalî Yildirim bi nûner û gerînendeyên çapemeniyê re civîn pêk anî, ferman da hemû nûnerê çapemeniyê û xwest tenê li gorî rota û fermana wan nûçeyan biweşîne û xwest kes dernekeve dervê sînorê daxuyaniyên leşkerî û hikûmetê. Medya hawiz ku Star, Akşam, Sabah serkêşiya wê dikin, rûpelên sereke ji Efrinê re cuda kirin. Îdîa kirin ku hêzên TSK-OSO di nava sînorê Efrînê de pêşve diçin. Rojnameyên Sozcu, Aydinlik, Oda TV jî wekî medya sereke dest bi weşanê kir û bi heman ziman û naverokê weşan kir.
DEST BI DEREWAN KIRIN
Rojnameya Yenî Şafak di manşeta xwe de got Çiyayê Burseya ji destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) hat girtin. Weşanên Meyda Doganê jî got komên girêdayî OSO ji Çiyayê Burseya paşve kişiyan e. QSD'ê jî diyar kir ku li Çiyayê Burseya darbeyên giran li OSO û TSK'ê xistine.
ROJNAMEYÊN BÎRGUN Û CUMHURİYETÊ SIVÎLÊN HATIN KUŞTIN NEDÎT
Rojnameyên BîrGun û Cûmhuriyet ên îdîa dikin weşana alternatif armanc dikin jî piştî fermana Serokwezîr Yildirim hatin ser xeta hikûmetê û rastî veşartin. Rojnameya Cumhuriyetê di roja duyemîn de manşeta “Tevgera Beşayî di roja duyemîn de ye" rastî bertekan hatibû. Rojnameya BîrGun jî di manşetê de Efrin nedît. Di rûpela ewil de manşeta “Şerê germ zêde bû." cih da çavkaniyên DHA, AA û çavkaniyên leşkerî. Rojnameya Cumhuriyetê jî manşeta “Çeper fireh dibe" derxist pêş û wêneyên OSO çap kir.
Cumhuriyet û BîrGun'ê jî cenazeyên 16 sivîlên ku li Efrînê hatin kuştin û piraniya wan zarok in nedît.
ERKA MEDYA RASTIYAN TUNE BIKE
Rojnameger û nivîskar ê di nava medya de xwedî tecrube Huseyin Aykol rewşa zimanê çapemeniya îktîdarê û muxalif nirxand. Aykol, diyar kir ku medya ketiye destê Îktîdara AKP'ê û wiha got: "Medya bûye bilûra AKP’ê. Piştî mijar bû dijminantiya kurdan medya muxalif jî tev li vê karwanê bû. Serokwezîr ew hişyar kirin. Rota û perspektif da wan. Xwestin ku kuştina nivîlan nebînin. Rojnameyek îro got girê stratejik ji destê wan girtine. Lê duh ji wir reviyan. Rêgeza şer kuştina rastiyan e. Li vir erka medya kuştina rastiyan e. Lê dema bîlançoya bi êş a şer derkeve holê refleksa medya tê guhertin. Ji ber vê yekê ji niha de dixwazen medya tevî bi xwe ve girê bidin û bînin xeta xwe."
‘DIXWAZIN MUDAXALEYÊ BIKIN MIJAREK NAVNETEWEYÎ'
Aykol, anî zimanku Serokwezîr Yildirim li Stenbolê bi gerîdendeyê weşanê yê Medya re li Stenbolê civînek pêk anî û wiha got: "Serokwezîr Yildirim li Stenbolê bi Gerinendeyê medya re civîna Efrinê pêk anî. Berê tenê çapemeniya hevkarên xwe tev li civînê dikir. Niha tenê çend rojnameyan li dervê xwe dihêle. Dixwazin mudaxeleya Efrînê bikin wekî mijarek gerdûnî û navneteweyî. Min ev şaşî di rojnameya xwede vegot. Rojnamegeri ne esasgirtina îktidarê ye. Rojnamegerî vegotina rastiyan e. Biçin The Post filmine binerin rojnamegerî çiye fêr bibin.
‘REWŞA BÎRDOZÎ YA ROJNAMEYÊN NÛÇEYAN ÇÊNAKIN'
Aykol, mal kişand ser medya "alternatif" û wiha got: "Yên li dijî îktîdarê polîtîkaya wan a "Alternatif" heye têkildarî Efrinê qet behsa kuştiya sivîlan nekir. Zextên îktidarê li ser wan bandora xwe xuya dike. Mînak Rojnameya Cumhuriyetê gelek dozê wê hene. Dixwazin hebûna xwe berdewam bikin. Lê em dibêjin dawiya tirsê tune. Ev roj dê derbas bibin. Me 12'ê îlonê jî dît. Ji ber nûçeyekê rojname dihat girtin. Ji ber vê yekê heta ku em li derve bin dê Xebatên me dê bidomin. Em dê têkoşîna rastiyan bidin. Dîrok dê nîşan bide ku çiqas pepûk in. Em xwedî têkîna 30 salan in. Yên nekarîbûn bi bombeyan me rawestînin nikarin me bi girtinê jî rawestînin."
MA / Deniz Nazlim