ÎZMÎR- Li Îzmîrê 32 sazî hatin gel hev û Koordînasyona Li Dijî Cilên Yek Tîp ava kirin û bi daxuyaniyekê sazîbûna xwe îlan kir.
32 sazî li Îzmîrê hatin gel hev û li dijî pêkanî cilên yek tîp Koordînasyona Li Dijî Cilên Yek Tîp ava kirin. Civîna li avahiya Partiya Pêşeroja Çep û Keskan de hat lidarxistin û koordînasyonê bi daxuyaniyekê avabûna xwe îlan kir. Endamê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) a bi KHK'ê hat girtin Erdogan Aydogdu, diyar kir ku ji 15'ê Tîrmehê vir ve li girtîgehan binpêkirinên mafan gelekî zêde bûne û ev tişt got: "Bi mînaka Guantanamoyê cilên yek tîp xistin rojevê, wekî cezakirina duyemîn, dixwazin stû bi wan bidin tewandin û wan teslîm bigirin. Bi girtîgehan re dê cilên yek tîp li ser mirovên li derve jî ferz bikin."
Aydogdu destnîşan kir ku hin mirovên ku cilên yek tîp dixwazin li wan bikin, hêj nehatine darizandin, dê mafên 60 hezar girtiyan binpê bikin û wiha axivî: "Cilên yek tîp dê kesayetiyê ji nasnameyê dûr bixe û pelçiqandinê li ser wan ferz dikin. Em ê destûrê nedin pêkanînê."
SAIYÊN DI KOORDÎNASYONÊ DE CIH DIGIRIN
Saziyên di koordînasyonê de cih digirin wiha ne: Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), TAYAD, Malbatên Girtiyan, OTSP, TUMTÎS, BDSP, Partiya Şoreşger, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), DSÎP, Tevgera Qizilbaşên Şoreşger, Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP), Kongreya Demokratîk a Geloan (HDK), Malên Gel, Eniya Gel, Însiyatîfa LGBTÎ'yê, Kaldiraç, Tevgera Komînîst, Kizil Okyanus LGBTÎ, Yekitiya Têkoşînê, On Beşler Birlik Dayanışma, Partiya Komînîst a Tirkiyeyê (TKP), Partiya Rizgariya Ji Nûve Avakirina Sosyalîst (SYKP), Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), Meclisa Jinên Sosyalîst (SKM), Tevgerê Jinên Azad (TJA), SMF, Partiya Pêşeroja Çep û Keskan, Meclisa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê û Partîzan.