STENBOL – Dozger bi daxwaza girtinê rojnameger Haydar Ergul ê li Amedê hatibû binçavkirin û birin Stenbolê sewqî dadgehê kir.
Di 16’ê çile de edîtorê Kovara Demokratîk Modernîte Haydar Ergul ê xwest li Balafirgeha Amedê biçe Stenbolê hatibû binçavkirin. Ergûl piştî 7 rojan vê sibê derxistin Edliya Çagliyan a Stenbolê. Ergul li dozgeriyê îfade da. Dozger jî bi îdiaya “Endamê rêxistinê ye” bi daxwaza girtinê ew sewqî dadgehê kir.