EFRÎN-Endamên OSO'yê ku piştî êrîşa li ser gundê Hemamê yê Efrînê, bi bersivdayîna YPG'ê bi paşve vekişiyan, bi vîdeoyeke ku parve kirin li xwe mikur hatin.
Êrîşên TSK'ê yên li dijî Efrînê di roja 4’emîn de dewam dikin. Artêşa Azad a Sûriyeyê (OSO) ku yek ji komên di nav Mertalê Firatê de cih digire, vîdeoya endamekî OSO’yê li ser medya civakî parve kir. Her çi qas tê bîrbiriya “serkeftinê” bê berbelavkirin jî, lê endamê OSO’yê di dîmen de lixwe mikûr tê û diyar dike ku "serketin"ek tune ye û tiştên di vî warî de derew in.
Endamê OSO’yê di dîmen de bi erebî diaxive û diyar dike ku danê êvarê êrîşî gundê Hemamê dikin û nêzî çeperên YPG’ê û YPJ’ê dibin. Endamê OSO’yê tîne ziman ku ji ber ew her tim gulebaran dikin lojîstîk û cebilxaneya wan xelas dibe û pişt re endamên YPG’ê jî bersiva êrîşan didin.
Ev kes diyar dike ku li pey xwe birîndar hiştine û bêyî ku hejmara kuştî û birîndaran bide kesê vîdeoyê dikişîne qût dike û dîmen bi dawî dibe.
MA / Erdogan Altan