EFRÎN - Nivîskar û rojnamegerên ku li ser medya civakî helwest û bertekên xwe yên li dijî operasyona Efrinê anin ziman, der barê wan de bi lez û bez lêpirsîn hat vekirin. Gelek nivîskar û 4 rojnameger di operasyonan de hatin binçavkirin.
Beriya AKP-MHP li dijî Efrînê operasyona leşkerî bide destpêkirin Serokwezîr Bînalî Yildirim bi çapemeniyê re civîn pêk anî û xwest ji bilî daxuyanî û fermana wan nivîs û nûçe neyên weşandin. Serokomar Tayyip Erdogan jî di axaftina xwe ya li Bûrsayêde got 'Yên li dijî operasyona Efrînê derkevin emê wan bi pelçiqînin û derbas bibin' û gef li kesên dijber xwarin. Li ser vê fermanê piştî operasyona TSK’ê di 20'ê Çile de dest pê kir, gelek rewşenbir, nivîskar û rojnamegeran li ser medya civakî bertekên xwe anîn ziman. Piştî vê yekê dîsa bi fermana Serokomar li dijî kesên bertekên xwe li ser medya civakî anî ziman “neçîr' didome. Der barê gelek kesan de lêpirsîn hat destpekirin. Heta niha gelek siyasetmedar, rewşenbir, nivîskar û rojnameger hatin binçavkirin.
LI 4 BAJARAN OPERASYON: 29 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Piştî der barê gelek kesan de lêpirsîn hat destpêkirin li 4 bajaran operasyona binçavkirinê hat destpêkirin. Di navde rêveberên HDP’ê jî hene 29 kes hatin binçavkirin. Li Îzmirê di operasyona hemwext de Endamê Meclîsa HDP'ê Aydın Çetinkaya, Hevserokê HDP'ê yê Îzmirê Çerkez Aydemir, Rêvebera Balçova Semra Mira jî di navde 17 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin TEM'ê ya Midûriyeta Polîsan a Îzmirê.
Li Manisa û Denizlî jî polîsan di serdegirtina malan de 6 kez binçavkirin. Li Muglayê jî di operasyonê de Hevserka HDP'ê ya Muglayê Fatoş Ay û rêveberê HDP'ê Mehmet Polat û 4 kesên der barê wan de biryara girtinê heye hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta polîsan a Muglayê. Li dijî rojnamegeran jî operasyon pêk hat. Ji 6 rojnamegeran 4 jê hêj di bin çavan dene.
BAYSAL HÊJ DI BIN ÇAVAN DE YE
Nivîskara malpera înternetê ya T24'an Nurcan Baysal, 2 roj berê li Amedê di serdegirtina malê de hat binçavkirin û hêj di bin çavan de tê girtin. Baysal, li TEM'a Amedê tê rawestandin. Baysal, li dijî operasyona Efrinê di hesabê Twitterê de gotibû "Ya ji lûleya tangan derdikeve ne şaxa zeytûnê ye. Bombe ye. Ew bombe zarokan dikuje. Zarok û mirov dimirin. Ahmet dimire. Hasan dimire. Rodi dimire. Mizgin dimire... #JiŞerReNa"
Di heman operasyonê de bi ser mala Rojnameger Îsmail Eskin de jî girtin. Polîsên bi ser mala Eskîn de girt mêvanên li malê tev di odeyekê de kom kirin û çek xistin serê wan. Polîsan endamên malbata Eskin xistin lêpirsînê. Nêzî saetekê li Mala Eskîn lêgerîn kirin.
LI STENBOLÊ ROJNAMEGER KARAKAŞ BINÇAV KIRIN
Polîsan li Stenbolê jî Gerînendeyê Giştî yê Halkin Nabzi û Nîvîskarê Rojnameya Artı Gerçek Îshak Karakaş binçav kirin. Karakaş, birin Şaxa TEM'ê ya Stenbolê.
Polîsan bi ser mala nivîskar Aziz Tunç a Stenbolê jî lêgerîn kir. Polîsên ku tunç li malê nedîtin ji malê derketin. Nûçegîhanê Ajansa me Mezopotamya Hayri Demir û Nûnera Arti TV ya Enqereyê Sibel Hurtaş jî tevî derhêner Fatin Kanat hatin binçavkirin.