MÊRDÎN – Polîsan bi ser avahiya Rêxistina HDP’ê ya navçeya Nisêbînê de girt û dest danî ser pankartên li avahiyê.
Polîsan serê sibê bi ser avahiya Rêxistiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Nisêbînê de girt. Gelek polîs çûn operasyonê û derdora avahiyê dorpêç kirin. Polîsan avahiya HDP’ê ser û bin kir û lêgerîn nêzî 4 saetan dewam kir. Piştî lêgerînê polîsan dest danî ser wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatibû qetilkirin û gelek pankartên din.
Hinceta binçavkirinê nehat zanîn. Rêxistina HDP’ê ya navçeyê duh bi boneya êrîşên li dijî Efrînê civîna çapemeniyê li dar xistibû û êrîşan şermezar kiribû.
Di saetên êvarê de polîsan Hevserokê HDP’a Nisêbînê Ferhat Kut bi boneya daxuyaniya têkildarî Efrînê dabû binçav kirin. Kar û barên binçavkirinê yên Kut li miduriyeta polîsan dewam dike.