NAVENDA NÛÇEYAN – Parlamenterê CHP’ê Mevlut Dudu diyar kir ku êrîşa bi roket a li dijî Reyhanliyê ji axa Tirkiyeyê pêk hatiye.
Di roja sêyemîn a êrîşên Hêzên Çekar ên Tirk (TSK) a li dijî Efrînê de êrîşên bi roket li dijî navçeya Rehyanli ya Hatayê û Kilîsê pêk hatibû. Parlamenterê CHP’ê yê Hatayê Mevlut Dudu jî têkildarî êrîşa roketan wiha got: “Dûrahiya roketan 12 kîlometro ye. Sînorê Sûriyê ji 12 kîlometroyan zêdetir e. Êrîş berê hatiye amadekirin, ji axa Tirkiyeyê pêk hatiye. Ev agahî gihîşt me.”