EFRÎN – Piştî Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan gefa komkujiyê li dijî Efrînê xwar, TSK û komên girêdayê wê êrîşên hewayî û bejayî dest pê kirin. Li dijî êrîşan gelê Efrînê li ber xwe dide û jiyana demokratîk û azad bi ruhê fedayî diparêze. Gelê Efrînê diyar kirin ku jiyanek bi rûmet û fedaî ji mirina her roj bi qîmettir e. Salek e hikmeta Tirkiye bi tang û topan li dijî Efrine didome. Şerê li Efrînê de li tevahiya Sûriyeyê belav bibe.
Meh û nîveke e êrîşa li dijî Efrînê di rojeva dewleta tirk û bi taybetî Serokê Giştî ya AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan de ye, ji berê ve jî topbarana li dijî gundewar, navçe û bajarê Efrînê dewam dikir. Di 20’ê Çileyê de bi rakirina balafirên şer û êrîşên hewayî re hewildana ketina Efrînê bi awayek fermî dest pê kir.
Çima Efrîn kirin armanc, hevdîtin, hevsengiyên hêzên navneteweyî û heremî, der barê rewşa şer a heyî de jixwe zelal bû. Lê ji ber ku di warê ragihandinê de çapemeniya hewzê “Şerekî derûnî” bi her awayî dimeşîne, pir agahiyên qirêj û aloz û berovajî belav bûne. Em ê jî hewil bidin li gor agahî û çavdêriyên xwe yên li heremê agahiyên şênber û rast bi raya giştî re parve bikin.
HETA SAETA DAWÎ A ÊRÎŞAN JÎ HEVDÎTIN HEBÛN
Li gor çavkaniyên taybet, nêzî mehekê heta saetek beriya êrîşa balafirên şer ên TSK'ê ya li dijî Efrînê jî, heyetên dîplomatîk hevdîtinên xwe dewam dikirin. Ev hevdîtin hem heyeta Tirkiye û hem jî heyetên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, di warê leşkerî û ewlehî, hem jî hevdîtinên Tirkiye yên siyasî û leşkerî bi Rûsya, Amerîka, Neteweyên Yekbûyî (NY) re dihatin kirin. Hin cara di asta serokkomarî, serokwezirtî, hin caran jî bi hêzên ewlehiyê re, hin caran jî bi taybetî di navbêra hêzên îstîxbaratî ya Rûs û Tirkiye de hevdîtin pêk hatin û hewildanên lihevkirinê pêk hatin. Di encama vê trafîka hevdîtinê de, Rûsya ku jixwe operasyona xwe ya li ser Idlibê berdewam dikir, ji aliyê Tirkiyeyê ve bi şertê ku destûra êrîşa hewayî ya li ser Efrînê bide, ji rejîma Baasê re hişt. Li ser vê yekê ew pêvçûnên di navbêra Cebhet El Nûsra û hêzên rejîma Sûriyeyê hebûn rawestiya û hêzên xwe kişandin koşeyekê û li benda fermana Tirkiye man. Di vê gengeşiyê de
Amerîka hevsengiyê esas girt, di hevdîtinan de diyar kir ku ew dê xwe zêde têkilî vê şerî neke.
Hêzên leşkerî yên rêveberiya Federaliya Bakurê Sûriyeyê, di encama hevdîtinan de, helwesta xwe ya li dijî pêşniyara Rûsyayê ya “Efrînê teslîmê Rejîma Baas bikin” zelal kir û got ku “Ne Tirkiye û ne jî rejîm, em ê Efrînê nedin kesî. Heke êrîşeke hewayî çêbibe, em ji Amerîka û Rûsyayê dizanin. Bila baş bê zanîn ku heke şerek çêbibe û dê ev şer tenê bi Efrînê bisînor nebe, ne tenê li Sûriyeyê, bakurê Sûriyeyê û Rojava, dê li tevahiya Sûriyeyê belav bibe.” Bi vê rewşê re her hêzê helwesta xwe zelal kir.
SALEK BÛ ÊRÎŞ DIKIRIN Û DEMÊN DAWÎ DE ZÊDE BÛN
Di esasê xwe de ev gef û êrîşên hikûmeta Tirkiye ya bi tang, top, obus û hawanan salek e li dijî Efrînê dewam dikir. Lê piştî Civîna Astanayê kete rojevê û Tirkiye bi Rûsya, rejîm û Îranê re hevdîtin dikirin, di civîna duyemîn a Astana de biryara “Heremên kêm pêvçûn" ket rojevê û Tirkiyeyê çav berda Idlib, herêma Şehba û Efrînê. Sedem û armancên vê yekê jixwe hikûmeta Tirkiye gelek caran bi vekirî anî ziman û ne hewce ye zêde dubare bibe, lewra armanca sereke bi polîtîkaya “Bila kurd dayika xwe nebîne” re, deskeftiyên hêzên pêkhate û gelên bakurê Sûriyeyê gihiştiye asta Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê û dewleta tirk xwest van destkeftiyan têk bibe.
Baş e Efrîna ku ketiye rojeva cîhanê û bandorê li ser hevsengiya hemû hêzên heremê dike, li kuye, rewş çi ye, çima wisa girîng e, em hinek bidin naskirin.
Kantona Efrînê li milê bakur-rojavayê Sûriyeyê ye. Herêmeke çiyayî ye û bi xweza, hewa û çandiniya xwe navdar e.
Berî şoreşê qasî 500 hezar kes li Kantona Efrînê dima û ev hejmar ne sabît bû, ji ber ku gelek welatiyên Efrînê ji ber siyaset û polîtîkaya aborî ya li ser herêmê berê xwe dabûn Helebê. Piştî şoreşê hejmarek mezin ji welatiyan berê xwe dan Efrînê û ji ber dorpêça dewleta tirk û komên girêdayên wê, gelek niştecihên herêmê berê xwe dan Tirkiye û Ewropayê. Em niha dikarin bêjin ku hejmara niştecihên Efrînê derdora 450 hezar ye. Piraniya niştecihên Kantona Efrînê, yanî ji sedî 92 kurd in û li gundên başûr û başûr-rojhilatê Efrînê ereb jî hene. Di warê bîr û baweriyan de li Kantona Efrînê, piranî musilmanên sunî hene, lê li kantonê gelek êzidî jî dijîn û dîsa xirîstiyan jî hene.
BI HEZARAN PENABERAN XWEDÎ DIKE
Ji ber şerê dijwar ê di navbera rêjîmê, komên muxalîf û şerên navxweyî yê li herêma Şehbayê, ji ber dizî û talana çeteyan gelek kesan berê xwe dan Kantona Efrînê. Ew welatî li wargehên penaberan ên wekî Wargeha Robar a navçeya Şêrawa, Wargeha Şehbayê ya li nêzî gundê Kiştearê hatin bicihkirin. Di Wargeha Robar de qasî 5 hezar koçber dijîn û li Kiştearê jî 3 hezar koçber dijîn.
RÊVEBERÎ
Di Rêveberiya Xweser a Kantona Efrîn de hemû pêkhate, bawerî û partiyên siyasî cih digirin. Hem di meclisa zagonsaz de û hem jî di Desteya Cihbicihkar de û di nava komîn û meclisên taxan, bajêr de hemû pêkhate cihê xwe digirin û bi awayekî çalak tevdigerin. Efrîn wisa lê hatiye ku bûye cihê pir rengiya nêrîn, bawerî, ol û ji ber ku şiî, xirîstiyan, êzidî û sunî bêyî ku zext li tu civak û olê bê kirin, bi rihetî li kolanên bajarê Efrînê û navçeyên wê digerin û di nav danûnstandinê de ne.
HER DEM DI HEDEFÊ DE BÛ
Ji sala 2011'an û vir ve û piştî derxistina rêjîma El Baas a ji Kantonê gelek êrîşên dijwar li dijî Efrîn pêk hatin. Ew êrîş jî ji aliyê komên çekdar ên wekî Cebhet El Nusra, DAIŞ, Tevgera Nûredîn Zinkî, El Muhacêrîn û Ensar û El Qaîdê ve pêk dihatin. Bi van êrîşan re dewleta tirk û komên çekdar Efrînê dorpêç dikirin, welatiyên kurd ên Efrînê li ser rêyan dihatin girtin û serê wan dihat jêkirin û îşkence li wan dikirin. Şerên herî dijwar li navçeyên wekî Cindirês, Şêrawa, Şera û li herêma Şehbayê rû didan, di encama van şeran de çeteyan bi sedan kuştin dan. Di sala 2016'an de hêzên QSD'ê herêmek berfireh a rojhilatê Efrînê ji hêzên El Qaîdeyê rizgar kirin. Lê ji ber piştgiriya dewleta tirk ev pêngav hat rawestandin.
BAJARÊ JIYANÊ
Di demên dawî de dewleta tirk, komên girêdayê wê, Koalsiyona Mûxalefetê ji bo êrîşên xwe rewa bidin nîşan, propagandaya “Efrîn bûye hêlîna terorê” bi pêş xist. Lê dema mirov li rengîniya Efrînê mêze dike ev gotin dûrî rastiyê ye. Ji ber ku li tevahiya bakur-rojavayê Sûriyeyê herêma herî ewle û azad Efrîn e. Bêyî kes mudaxaleya wan bike gel bi rihetî bazarên xwe dikin û hetanî derengiya şevê li kolanan digerin. Mafê koçberên ku koçî Efrînê kirine bi her awayî tê parastin. Armanca van gef û êrîşên dawî, têkbirina aştiya navxweyî û jiyana hevbeş e.
Perwerde bi zimanê erebî û kurdî tê dayîn. Zanîngeha Efrînê jî yekemîn zanîngeh bû ku di şoreşê de li Rojava hatibû avakirin. Di zanîngehê de çend beşên wekî Wêjeya Kurdî, Ingilîzî, Kîmya, Endezyariya Çandiniyê, Bijîşkî û Ragihandin… Gelek dibistanên seretayî û amadehî li seranserê kantonê hatine avakirin. Perwerdeya bi zimanê îngilîzî piştî pola 3'yemîn û firansî jî piştî pola 7'an tê dayîn. Zarokên ereb li gel zimanê xwe bi zimanê kurdî jî perwerdeyê dibînin.
BALAFIRAN DESTPÊKÊ KAMPAN ROBAR KIR ARMANC
Dewleta tirk û komên girêdayê wê di hefteya dawî de êrîşên top, obus, hawan li dijî gund, navçe û bajarê Efrînê dewam kirin. Piştî daxuyaniya fermî seat di 16.55’an de balafirên keşfê jî di nav de, 72 balafirên şer ji Amed û bajarên din rabûn, li ser Efrînê de bombe barandin.
Di bombebaranê de hedefa yekemîn Wargeha Robar a Penaberan bû û piraniya wan ji ber şer û pêvçûnên Heleb, herêma Şehbayê reviyabûn li wan wargehan bi bi cih bûbûn. Di vê bombebaranê de li gor agahiyên destpêkê 7 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, gelek sivîl birîndar bûn û zirara madî gihişt wargehê.
Bombebarana balafirên şer qasî 30 deqeyan dewam kir, li gundewarên navçeyên Şêrewa, Şera, Cindirisê, Raco, Bilbil û navenda Efrînê, gelek ji wan cihan şûnwarên sivîlan bûn, nêzî 100 noqte hedef girtin.
MALBATA JI IDLIBÊ HATIBÛN DI ÊRÎŞÊ DE HEMÛ MIRIN
Di encama bombebarana balafirên şer ên dewleta tirk de, piraniya wan zarok18 sivîl qetil kirin, bi dehan kes birîndar bûne û gelek avahî û cihwar hatine hilweşandin. Di nav 18 kesên hatin qetilkirin de, malbata El Husên a ji 8 kesan pêk tên, tê gotin ku 3 meh berê ji Idlibê ji ber şer koçî navçeya Şêrewa ya Efrînê kirine û ji aliyê rêveberiya wir ve ji bo debara xwe bikin, dabûn ber çiftlika mirîşkan a li gundê Celebrayê. Di encama bombebarana balafirên artêşa tirk a 21’ê Çileyê de 6 ji wan zarok 8 kesan jiyana xwe ji dest dan û 4 xebatkarên din ên li wir birîndar bûn. Cenazeyê 2 zarokan hêj di bin xirabeyan de ye. Heyva Sor a Efrînê ji bo cenazeyan derxe, xebatan didomîne. Welatiyên jiyana xwe ji dest dan, navê wan wiha ne: Rehef El Huseyn El Omer (33), Wael El Husêyn (1), Hadeel El Husêyn (10), Fatalah El Huseyn (8), Salameh El Huseyn (6), Musab El Huseyn (7). Kesên cenazeyên wan di bin xirabeyên de ne jî ev in: Ehmed El Husên (17), Samak El Huseyn (16).
TSK'Ê Û KOMÊN GIRÊDAYÊ WÊ JI BEJAHÎ VE JÎ ÊRÎŞKIRIN LÊ…
Roja Yekemîn (20 Çileyê) heta derengiya şevê êrîşên hewayî, li ser sînor û ji herêma Ezazê jî êrîşên top, obus û hawanan dewam kir. Komên Artêşa Azad û leşkerên TSK'ê di seatên sibehê (nêzî 05.00’an de), xwestin di bejahî ve bi piştgiriya balafirên şer bikevin gundên navçeyên Raco, Bilbil, Cindiris, Şêrewan û Şera. Şervanên YPG/YPJ’ê êrîşên wan şikandin.
Li gor agahiyan, di 21’ê Çileyê de li navçeya Cindirisê komên çete û leşkerên tirk bi awayekî hemwext bi top, obus û tangan êrîşî gundê Hemama Cindirisê kirin. Destpêkê bi hêsanî ketin van çeperên YPG’ê û piştre derket holê ku şervanên YPG’ê bi zanebûn ew kişandin herêmê, piştî ew dorpêç kirin bi carekê ve bersiv dan komên çekdar û pêvçûnek dijwar qewimîn. Di vê pêvçûnê de 4 jê leşkerên TSK’ê 12 endamên Artêşa Azad hatin kuştin û nêzî 10 jî birîndar bûn û neçar man xwe paşve vekşînin. Li ser vê taktîka YPG/YPJ'ê, balafirên şer bi hewara wan şandin û girên Îska, Çelemê, Til Silorê û Şêx Satûf hatin bombekirin. Di encama bombebarana balafiran û pêvçûnan de 4 şervanên YPG’ê jiyana xwe ji dest dan û 9 sivîl jî birîndar bûn.
Tevahiya rojê li herêma Şera bombebarana balafiran zêde bû û pêvçûnên dijwar diqewimîn. Li vê heremê destpêkê balafirên şer li gundên Baflon, Cilbir, Wargeha Robar a Penaberan, li girên Dîkmetaş, Baflon û Qestelê ji wan 10 bombeyên qazanê û gelek bombe hatin avêtin. Piştî cih bi cih bombebarana balafiran, komên çete û leşkerên TSK’ê xwestin bi tangan bikevin van herêman. Lê bi berxwedana şervanên YPG/YPJ’ê re 2 tang û JAMMER hat rûxandin. Li girê Dîkmetaşê jî şervanekî YPG’ê jiyana xwe ji dest da.
Yê herî balkêş di aliyê sînorê Kilîsê ve dîwarên ji aliyê dewleta tirk ve hatibû danîn, beşek mezin a çûn û hatinê rakiribûn û êrîşî noqteyên YPG’ê kirin. Bi berxwedana YPG/YPJ'ê re leşkerên dewleta tirk ji neçarî paşde vekişiyan.
LI RECO Û BOLBILÊ HEMAN TAKTÎK
Di heman rojê de balafirên TSK’ê bi awayekî hemwext li navçeyên Raco û Bilbilê jî êrîş pêk anî. Bi êrîşên hewayî re komên çete û leşkerên TSK’ê xwestin bikevin gundên Baliya û Edamanê û dagir bikin. Bi êrîşê re bi hêsanî ketin noqteyên YPG’ê. Şervanan ev herêm bi zanebûn ji wan re vekirin û piştî demek kurt şervanên YPG/YPJ’ê ev noqte dîsa dorpêç kirin û pêvçûnek dijwar qewimî. Di pêvçûnaan de 2 ji wan leşkerên TSK’ê 10 leşker hatin kuştin, 3 tang û biyembiyek hat rûxandin. Leşkerên TSK’ê yên xwestin bikevin gundê Şingêlê bi berxwedana YPG’ê qelibîn û hat gotin ku hejmarek zêde kuştî û birîndarên leşkerên TSK’ê çêbûn û şervanekê YPJ’ê jî birîndar bû.
Heta 22’yê Çileyê, li gundên Topala, Şêxorzê, Bilbilê, Kurdo, Baliya û herêma Racoyê şer dewam kir. Di 22’yê Çileyê de li ser êrîşa komên çete û leşkerên TSK’ê ya li dijî gundê Şingêlê, şervanên YPG’ê operasyonekî taybet da destpêkirin û li gorî agahiyan 5 leşker hatin kuştin û gelek leşker jî birîndar bûn.
Heta vê seatî êrîşên TSK'ê û komên girêdayên wê li dijî gundên Cindiris, Bilbilê Şêra û Şêrewanê berdewam dikin. Şer û pêvçûnên li van herêman ku diçe dijwar dibe. Bi taybetî li gundên Şiyê û Çeqela êrîşên dewleta tirk pir zêde bûne û pêvçûnên dijwar diqewimin.
MA /Erdogan Altan