MÊRDÎN - Hevserokê HDP’ê yê Mêrdînê Alî Sîncar, bertek nîşanê êrîşên Tirkiyeyê yên li hemberî Efrînê da û bal kişand li ser polîtîkayên Rûsyayê û wiha got: “Rûsya heya duh jî derbasbûna çeteyên DAIŞ’ê ya li ser sînorê Tirkiyeyê rapor dikir. Diyar dibe ku Rûsya DAIŞ’ê xwedî dikir.”
Li ser daxuyaniya Serokomar Erdogan, di 20’ê Çileyê Artêşa Tirk (TSK) û Artêşa Sûriyeya Azad (OSO) êrîşî Kantona Efrînê kirin. Piştî êrîşan her diçe bertekên raya giştî jî zêde dibin. Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrdînê Alî Sîncar nerazîbûn nişanî êrîşên eyda û got lîstokên Tirkiyeyê yên li ser gelê kurd gihişt asta herî dawî. Sîncar anî ziman Tirkiye polîtîkayên dijminiyê li ser Rojavayê Kurdistanê dimeşîne û wiha axivî: “Tirkiye bi piştevaniya DYA û Rûsyayê re êrîşda destpêkirin. Lê nêzîkatiya herî balkêş a Rûsyayê ye. Rûsya heya duh jî derbasbûna çeteyên DAIŞ'ê ya ji sînorên Tirkiyeyê ber bi Rojavayê ve rapor dikir. Diyar dibe ku Rûsya DAIŞ’ê xwedî dikir. Ev jî nîşaneya şerê dabeşiyê ye.”
Sîncar da zanîn li Efrînê gelên cuda dijîn û ev tişt got: “Serkeftin a gelan e. Hêzên emperyalîst nagihijin armanca xwe.”
‘CENAZEYÊN ZAROKÊN ME HÊ JÎ DI BIN ENQAZAN DE NE’
Hevseroka HDP’ê ya Şemrexê Husnugul Paslanmaz bal kişand li ser şerê bi salan e li Kurdistanê tê meşandin û wiha berdewam kir: “Kurd şer naxwazin, aştiyê dixwazin. Şerê li Kobaniyê dest pê kir, li Nisêbîn, Cizîr, Sûr û Şirnexê berdewam kir. Cenazeyên zarokên me hê jî di bin enqazan de ne. Wekî dayikek, ez naxwazim êdî zarokên me bên kuştin. Niha dora Efrînê ye? Ev car li Efrînê zarokên me tên bombebarankirin.”
‘EV AX JI XWÎNÊ TÊR BÛ’
Paslanmaz bi lêv kir ku li şûna şer divê çareserî pêk were û axaftina xwe wiha domand: “Pirsgirêk divê bi riya diyalogê li ser maseyan bên çareserkirin. Jiyanek wekhev dixwazin. Zarokên vî gelê di jêrzemînan de jî hatin şewitandin. Ji ber vê yekê dewletên piştgirî didin êrîşên Efrînê, dive ji vî şerî re bêjin bes e. Ev ax ji xwînê têr bû. Bila ne dayikên tirk, ne jî dayikên kurd êdî negirîn.”
Hevserokê HDP’ê ya Mîdyadê Alî Îlerî ji dest nîşan kir ku êrîşên li hemberî Efrînê gelan ber bi hilweşandinê ve dibe û wiha got: “Ji avabûna Komara Tirkiyeyê ve hikûmetên hatî ser îktîdarê dema tengav dibin an jî dema siyaset xilas dibe, çareseriyê di êrîşên li hemberî kurdan de dibînin. Dema gelê kurd û gelê tirk bi hev re dijîn milê aştî û biratiyê digirin. Îktîdaran heya îro li ser gelê kurd siyaseta xwe dan meşandin. Çareseriyê di şerê li dijî kurdan de dibînin.”
‘DIVE GEL BI ISRAR BE’
Îleri hikûmeta AKP’ê hişyar kir da dawî li şer bîne û wiha domand: “Divê gel di daxwaza xwe ya aştiyê de bi israr be. Heger bi vî awayî berdewam bike, wê şer bikeve nava Tirkiyeyê jî. Tirkiye, ne wekî Iraq, Sûriye û Lîbyayê ye. Heger şer bikeve nava Tirkiyeyê, rojên zor û zehmet li pêşiya me ne. Divê demildest ev êrîş bên sekinandin û aştî çê bibe."
‘ŞER HILWEŞANDIN E’
Endamê HDP’ê ya Mîdyadê Kadîr Kalkan jî li hemberî şer daxwaza xwe ya aştiyê anî ziman û ev tişt got: “Fêdeya şer tûne ye. Şer winda kirine, hilweşandin e. Êrîşên li hemberî Efrînê, li hemberî gelê sibîl e. Heya îro jî êrîşê Efrînê li hemberî Tirkiyeyê çêne bûne. Heger hikûmet şer bifikire, dê winda bike. Bi şer bi ser nakev."