‘Bi KHK’yan kedkarên tenduristiyê bêdeng dikin’

  • jin
  • 09:25 23 Çile 2018
  • |
img

MÊRSÎN – Hevseroka Şaxa SES'a Mêrsînê Ozge Goncu sosreta îstismara zayendî ya li dijî 115 zarokên ku ducanî mane nirxand, diyar kir ku bi KHK'an kedkarên tenduristiyê bê deng dikin û li ser bûyerê digirin.

115 zarokên keç ên bi îstismara zayendî re rû bi rû man û li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Kanûnî Sutlan Suleyman zarok anîn dinê, bertekên li dijî vê rewşê berdewam dikin. Hevseroka Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Teduristiyê (SES) a Mêrsînê Ozge Goncu, da zanîn ku wan ew jin li dijî polîtîkayên AKP'ê li qadan têdikoşin û ew ê têkoşîna xwe dewam bikin.
 
Goncu aşkera kir ku qanûnên ku hikumeta AKP'ê derdixe, dijminahiya li dijî jinê bi pêş dixe û zarokan naparêze û ev tişt got: "Jin dê çawa cilan li xwe bikin û dê çawa tev bigerin, desthilatdarî vê biryarê dide. Ev jî her roj şidet, êrîşên zayendî û îstismara li dijî jinê zêde dike. Mînaka herî berbiçav 115 zarokên du canî yên li nexweşxaneyê zarok anîne dinê ne."
 
'DEWLET ÇAVÊ XWE DIGIRE'
 
Goncu destnîşan kir ku tu mekanîzmayeke jinê biparêze û pêşî li îstismarê bigire tune, dewlet li cihê ku mewzûetê pêk bîne, kesên ku bûyera îstismarê derxistine holê ceza dike. 
 
Goncu aşkera kir ku Wezîra Polîtîkayên Civakî û Malbatî peywira xwe nayne cih, ew wekî jin xizmeteke civakî ya biqalîte dixwazin û wiha pê de çû: "Em dixwazin mekanîzmaya ku pêşî li şidetê digire û zewaca zarokan ji holê radike bikeve jiyanê. Lê di vê der barê de tu mekanîzma nayê xebitandin. Dewlet çavê xwe ji şidet û zewaca zarokan re digire."
 
‘EWRÊN TARÎ DIGERIN’
 
Goncu destnîşan kir ku li nexweşxaneyan mekanîzmayên ragihandinê hene û kedkarên tenduristiyê di navbera xwe de ragihandinê pêk tînin, li dijî vê rewşê, ji ber ku OHAL û KHK di dewrê de ne, xebatkarên tenduristiyê naxwazin dengê xwe derxin û ev tişt got: "Divê xebatkarên nexweşxaneyê û pisporên xizmeta civakî bûyerên bi vî rengî qeyd bikin. Di warê piştgiriya derûnî, hiqûqî û ewlehiyê de divê piştgiriyê bidin. Lê di demên dawî de zext li ser kedkaran zêde bûne û tên îxrackirin. Li ser kedkaran tirsê ava dikin û ewrê tirsê li ser kedkaran digere."
 
'QANÛNÊN KU DERXISTINE, ÎSTISMARÊ ZÊDE DIKE'
 
Endama Platforma Jinên Mêrsînê Canan Yuce, da zanîn ku polîtîkaya AKP'ê şideta zayendî û îstismarê zêde dike. Yuce derbirî ku ji ber gotin û qanûnên ku hikumet derdixe, sûcên wiha zêde dibin û ev tişt anî ziman: "Tişta herî sosret ew e, di Mijdara 2016'an de qanûn guhertin û îstismara li dijî zarokan bi zewacê çareser dikin û ev bi destê AKP'ê anîn meclisê. Dîsa di Gulana 2017'an de bi pêşnûmeyeke lêkolînê xwestin îstismara li dijî zarokan bê lêkolîn kirin, lê bi dengê zêde yên wekîlên AKP'ê red kirin. Dadgeha Makeqanûnê bi betalkirina qanûnekê re pêşî li îstismara li dijî zarokan vekir."
 
Yuce anî ziman ku her roj di televîzyonan, di rojnameyan, kursiyên li meclisê, civîn û hwd. de îstismara li dijî zarokan tê rewakirin û wiha pê de çû: "Duh gotineke Wezîrê Edaletê ya Bekîr Bozdag hebû. Digot ku 'Li vir dramek heye.' Divê herî zêde ji bo zarokên ku nikarin xwe biparêzin edaletê pêk bîne, ji cezakirina îstismarê re dibêje 'dram.' Dîsa Wezîra Polîtîkaya Civak û Malbatê got ku 'di carekê de tiştek dernakeve.' Jinan li gelek bajaran ev axaftin şermezar kir. Jinên li dijî vê neheqiyê derketin der barê wan de doz vekirin."
 
Yuce aşkera kir ku ruxmê her tiştî jî bûyera îstismarê derketiye holê, hemû tiştên ku diqewimin ji ber vê polîtîkayê pêk tê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Dixwazin li ser vê şermê bigirin, îstismara li dijî zarokan rewa nîşan didin. Dê rojekê hesab bidin."
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

25/01/2018
09:09 'AKP hêzên xwe yên milîs ava dike'
09:00 ROJEVA 25'Ê ÇILEYA 2018'AN
24/01/2018
23:45 Der barê Efrînê de
Trump: Operasyonên xwe yên leşkerî bisînor bikin
Erdogan: Divê dawî li alîkariya çekan a ji bo YPG’ê bê
22:16 MPKE'yê ji bo Efrînê bang li Tirkiyeyê kir
21:28 TSK’ê daxuyand ku cenazeyê du leşkerên wan nexuyane
18:39 Medya li pêş dezenformasyona rastiyan e
18:04 Xebatkara Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasi Fendik hat berdan
17:26 Xizmên girtiyan li dijî cilên yek tîp kom bûn
17:17 Umutê 4 salî 39 rojin hêj hişyar nebûye: Pêzanan Umut bi qusûr dît
17:08 RSF: Medyaya tirk xizmeta şer dike
16:38 Balafiran gundê Efrînê bombe kir
16:25 Rojnameger Ozlu hat berdan
16:18 Rojnameger Şêxo: Ez dê bibim çav û guhê Efrînê
16:10 ESP: Hewl dan endamê me înfaz bikin
15:41 Hesekê û Kobanê ji bo Efrînê meşiyan
15:28 Nivîskara T24'ê Baysal serbest berdan
15:16 Li Efrînê berê ba guherî ?
15:03 Bertekên li dijî operasyonê: AKP, cenazeyên şehîdan dike hevî
14:23 ‘Kesên ji bo şer li çepikan dixin dê bibin rûreşê dîrokê'
14:21 Di serdegirtinên malan de herî kêm 20 kes binçavkirin
13:50 ÎRA: Em qebûl nakin wekî leşkeran nêzî rojnameger bibin
13:46 Gelê Efrînê: Em natirsin, li virin
13:32 Jinên girtî ji NY'yê re nameya Efrînê şand
13:24 Xwestin di serşoyê de jinên girtî bihejmerin
13:01 ‘Em ê yekîtiya azadiya jinên li Afrînê şîn bûyî biparêzin’
12:46 Lêçûnên girtîgeh, muftî û Perwerdeya Neteweyî qeyûm dide!
12:39 Kî û çi dê encama Efrinê diyar bike?
12:14 Rêxistinên kedê: Dê şer ji kedkaran re xizaniyê bîne
12:00 170 kesên navdar nameya Efrînê ji AKP’ê re şand
11:47 Çekên 'neteweyî û herêmî' yên li Efrînê kaseya kî tije dikin?
11:38 Şer dijwar dibe lê pêşveçûn tune
11:07 Kurd ji bo Efrînê yek deng in: Tu kurd vê êrîşê qebûl nake
10:44 Hawara dayika 3 zardokên wê rastî îstîsmarê hat: Hevîya me tune
10:32 Li dijî zerarên teknolojiyê serî li rêyên xwezayî didin
10:13 ‘Gotin zehmet e, lê dê hestiyên bavê min jî me kêfxweş bike’
09:39 Malpera web'ê ya Jinnewsê hat astengkirin
09:39 2 salin li cenazeyê keça xwe digerin
09:38 14 meh in nizanin ji ber çi girtîne, bi ser de cezayê dîsîplînê li wan hat birîn
09:37 Koordînasyona Dijberî Yektîpiyê lixwekirina hîz û şortan nîqaş dike
09:36 Dayikên Aştiyê: Efrîn têkoşîna hebûnê ye, xwedî lê derkevin
09:34 Amedê êrîşên li hemberî Efrînê qebûl nakin: Çareserî yekîtiya netewî ye
09:30 Akademîsyen Yoruk: Dixwazin bi riya çapemeniyê serketineke sixte biafirînin
09:29 Jinan Kooperatifa Kolektif a Keda Jinê ava kir
09:28 Jinên bi salan di konan de man, hesreta welat dikişînin
09:00 ROJEVA 24'Ê ÇILEYA 2018'AN
23/01/2018
23:53 Erdogan, bi Macron û Pûtîn re hevdîtin kir
19:19 Trump û Erdogan dê hevdîtin bikin
19:05 Leşkerên di şerê Efrinê de jiyana xwe ji dest zêde bûn
18:53 Rojnameger Haydar Ergul û Seda Taşkin hatin girtin
18:44 Dozger serlêdana parêzerên Ocalan red kir
18:34 Polîsan Xebatkara Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasi Fendik binçav kir
18:05 QSD'ê 5 erebeyên DAIŞ'ê yên bombeyi li Dêra Zor teqandin
18:01 Di doza Sûrê de 'Bijî Berxwedana Efrinê' berz kirin
17:42 Nûçegihana me Seda Taşkin hat girtin
17:12 Li Efrînê 17 kes bi girseyî hatin definkirin
16:44 Operasyona Efrînê di roja 4’emîn de ye: Em nabin şirîke şerê AKP'ê
16:18 Polisan bi ser avahiya HDP'ê ya Dikilî de girt
15:59 Parêzer Sidki Zilan hat berdan
15:44 Di operasyona Efrînê de leşkerek din jî mir
15:41 Jinek kuştin, 4 jê zarok 5 kes birîndar kirin
15:07 TGS: Rojnamegerên di binaçavan de berdin
15:02 Parêzer: Baroya Stenbolê berdevkiya şer dike
15:01 Dimenê gundên Balafirên TSK'ê bombe kirin hat kişandin
14:38 Rêveberên HDP’ê yên gotin ‘Ji şer re na’ hatin girtin
14:27 Di doza Nisêbînê de êrîşa li dijî Efrînê şermezar kirin
14:19 HDP: Ne şerxwazî, aştîxwazî sûc e
13:55 Aykol: Peywira Medya ya ji bo Efrinê kuştina rastiyan e
13:49 Li Îzmîrê Koordînasoya Li Dijî Cilên Yek Tîp ava kirin
13:25 Ji Azadî, PAK, PDK-Bakur û PSK'ê banga hevpar: Êrîşan rawestînin
12:57 Rojnameger Ergul bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin
12:56 Hîndekar: Dema cenaze bên dê êşê hîs bikin
12:46 Polîsên ku jin derb kirin: Zagonan ev erk da min
12:45 Endamên OSO’yê li xwe mikur hatin
12:04 Doza ‘heqaretê’ ya Parlamenter Irmak taloq bû
12:02 Bariş Atay: Ji bo lîstikê em ê li rêyê nalternatîf bigerin
11:39 Yên operasyona Efrîn rexne kirin hatin binçavkirin
11:27 Polîsan bi ser avahiya HDP’a Nisêbînê de girt
11:26 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:15 Di çar rojan de li Efrînê çi qewimî?
11:09 Wekîlê CHP’ê: Êrîşa li dijî Rehyanli ji axa Tirkiyeyê pêk hat
10:46 ‘Sêva Sor’ bi Efrînê dest pê kir, hedefa talî ku derê ye?
10:45 'Dijberî şer eniya hevpar a aştiyê ava bikin'
10:20 Mirina Çagli û Geçit dê careke din bê lêkolînkirin
10:03 Şerê li Efrînê dê li tevahî Sûriyeyê belav bibe
09:41 Temellî: Şer bidome dê nanê me parî parî kêm bibe
09:27 ‘Diyar dibe ku Rûsya DAIŞ’ê xwedî dikir’
09:26 Mexdûrê şer zarok in: Neçar in 10 saetan bixebitin
09:25 ‘Bi KHK’yan kedkarên tenduristiyê bêdeng dikin’
09:19 Li konan dema mirov zarok be
09:18 Kocaeliyan: Li dijî şer em hîn zêdetir dengê aştiyê bilind bikin
09:17 Çîftyurek: Ne îro be kengî?
09:16 Piştî êrîşa li dijî Efrînê gelê Reyhanliyê hewl dide koç bike
09:16 Parlementerên HDP'ê yê Şirnexê: Wê li Efrînê berxwedêr bi ser bikevin
09:15 Wê bêjin 'Efrîn, Kobanê ye' û xwedî li aştiyê derkevin
09:14 Gundiyên li sînor dijîn nerihet in
09:13 Her der 'herêma ewlehiya taybet' e
09:12 Parêzer: Bi îxbara bê kok digirin ser malan
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÇILEYA 2018'AN
08:38 Rojnameger Seda Taşkin binçav kirin
00:27 TSK’ê daxuyand ku li Efrînê leşkerek miriye