ENQERE - Hevseroka SGDF'ê Ceren Çoban a di Komkujiya Pirsûsê de bi birîndarî xelas bû got "Efrîn Kobanî ye" û bang li hemû ciwanan û gelan kir ku xwedî li Efrînê û aştiyê derkevin.
Ji 20'ê Çileyê ve êrîşên TSK'ê yên li hemberî Efrînê didomin. Ji roja ku êrîş destpêkirine heta niha bertekên li hemberî êrîşan jî didomin. Hevseroka Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Ceren Çoban, ku dema ji bo zarokên Kobaniyê pêlîstok dibirin di 20'ê Tîrmeha 2015'an de DAIŞ'ê li hemberî wan êrîş pêk anî û 33 endamên komeleya wan mirin û ew jî wek gelek kesan bi birîndarî xelas bû, jî bertek nîşanî êrîşên Tirkiyeyê yên li hemberî Efrînê dan. Çoban vê êrîşê wek "dagirkirinê" wesifand û got ev êrîş li dijî jiyana bi hev re ya gelan e. Çoban destnîşan kir ku armnaca vê êrîşê ew e ku AKP û çeteyên di bin banê wê de Şoreşa Rojavayê bifetisînin. Çoban bi lêv kir ku li hundur tu riyeke xelasiyê li ber 'Qesrê' û AKP'ê nemaye û ji ber vê hewl didin ku bi 'dagiriyê' re Rojavayê bifetisînin.
Çoban diyar kir ku êrîşa Tirkiyeyê ya li hemberî Efrînê bi qasî ku êrîşeke leşkerî ye ewqasî jî êrîşeke psîkolojîk e, lê belê dîsa jî li Efrînê hezîmeteke mezin li benda Tirkiyeyê ye. Çoban destnîşan kir ku tifaqa AKP-MHP faşîzm û netewperestiyê gur dike û ev tişt gotin: "Kesên digotin 'ha Kobanî ket ha dikeve' çawa li gel barbarên DAIŞ'iyî li Kobaniyê têk çûn, wê îro li Efrînê jî têk biçin."
'DIVÊ EM LI KUÇEYAN DENGÊ XWE BILIND BIKIN'
Çoban got ku zarokên kedkar û feqîran ên nizanin ka Efrîn li kuderê ye birine vî şerî û ji ber vê divê ew li hemberî AKP û Qesrê li kuçe û kolanan dengê xwe bilind bikin. Çoban bang li hemû gelên Tirkiyeyê kir ku li hemberî van polîtîkayên "dagirkeriyê" dakevin kuçeyan û ev tişt gotin: "Em ciwanên sosyalîst careke din destnîşan dikin ku gelê Efrînê ne bi tenê ye, têkoşîna Şoreşa Rojavayê ya gelên Rojhilata Navîn têkoşîneke mafdar e. Em bang li hemû gelên xwe dikin ku li hemberî polîtîkayên dagirker-faşîst ên Qesrê, ji bo avakirina pira aştiyê dakevin kuçeyan û bitêkoşin."
Çoban, got ku ew SGDF çawa duh ji bo Kobaniyê tevgeriyane, ew ê ji bo Efrînê jî bi heman awayî tev bigerin û wiha got: "Efrîn Kobanî ye."
MA / Diren Yurtsever