ENQERE - Piştî pêvajoya şer ji nû ve dest pê kir, heta niha bi biryarên Desteya Wezîran 369 herêm wek "herêmên ewlehiya taybet" hatine îlankirin.
Piştî dawî li "pêvajoya çareseriyê" hat û ji nû ve pêvajo û nêvenga pevçûnî dest pê kir, li hin herêman tim "herêma ewlehiya taybet" hat îlankirin. Hat hînbûn ku heta niha bi biryarên Desteya Wezîran 369 herêm wek "herêmên ewlehiya taybet" hatine îlankirin. Piraniya van cihên ku wek "herêma ewlehiya taybet" hatine îlankirin jî bajarên herêmê ne. Niha ev sepandin li 165 herêman hîn jî didome. Ji bo agahiyên der barên hejmarên "herêma ewlehiya taybet" serî li Navenda Ragihandinê ya Serokwezîrtiyê (BÎMER) hat xistin.
LI 165 HERÊMAN HÎN JÎ DIDOME
Pirsa "Heta niha li çend herêm û bajaran ewlehiya taybet hatiye îlankirin?" ji BÎMER'ê hat prisîn. BÎMER di 19'ê Çileyê de bersiva pirsê da û di bersivê de destnîşan kir ku li ser biryarên Desteya Wezîran heta niha li 365 herêman ewlehiya taybet hatiye îlankirin û li van herêman niha ev sepandin hîn jî li 165 heraman didome. Piştî biryara Desteya Wezîran di hin rewşan de walîtî jî hin biryar dane û li gor van biryaran jî hejmara "Herêma Ewlehiya Taybet" zêdeyî 500'î ye.
EWIL PIRSÛS, HERÎ DAWÎ HATAY
Ji Tîrmeha 2015'an, di dema destpêkirina ji nû ve ya pevçûnan de sepandina "ewlehiya taybet" careke din hat îlankirin. Piştî komkujiya Pirsûsê ya di 20'ê Tîrmeha 2015'an de, dema DAIŞ'ê li sînorê Sûriyeyê gule reşandin leşkerek mir û piştî vê herêm wek herêma ewlehiya taybet hat îlankirin. Herî dawî jî piştî êrîşa li hemberî Efrînê li Hatayê 15 herêm wek herêma ewlehiya taybet hatin îlankirin û di heman rojê de walîtiyê 25 herêmên cuda yên Colemêrgê jî wek herêma ewlehiya taybet îlan kir.
MA / Hayri Demir