ÎZMÎR – Li Îzmîrê her roj her roj li ser heman îxbaran polîs davêjin ser malan. Parêzer Abdulhadî Çetîn îxbarên tên kirin dahurand û wiha got: "Tê gotin ku di nav emniyetê de yekîneyeke ku îxbarên bêbinî û razber amade dike heye."
Li Îzmîrê hema bêje her roj bi hinceta "îxbar hatiye kirin" polîs davêjin ser malan. Di çarçoveya van operasyonên avêtina ser malan de, di girtekên emnîyetê de tişta ecêb ew e ku hema bêje dem û terha îxbaran heman tişt e. Hat hînbûn ku li Bûcayê di operasyona 13'ê Çileyê de ji heman malbatê 7 kes bi heman îxbarê hatine binçavkirin. Parêzer Abdulhadî Çetîn îxbarên tên kirin dahurand û wiha got: "Tê gotin ku di nav emniyetê de yekîneyeke ku îxbarên bêbinî û razber amade dike heye."
Çetîn destnîşan kir ku hema bêje ew her roj bi heman operasyonan re rû bi rû dimînin û ji ber der barê dosyeyan de "biryara nepeniyê" tê dayîn ew nikarin wan raçav bikin. Çetîn bi lêv kir ku dema ew li dem û roja îxbaran dinihêrin dîmeneke ecêb derdikeve holê û ev tişt gotin: "Hema bêje saeta îxbaran wek hev e. Tenê di navbera wan de çend deqe hene. Dîroka operasyonan jî piştî îxbaran bi rojekê an jî du rojan e. Yanî bi dehan îxbar bi heman awayî ne. Evqas kes ji bo îxbarê xwe digihînin van agahiyan îjar emniyet nikare xwe bigihîne wan?"Çetîn diyar kir ku di dema îfadedayînên li emniyetê de ew hay jê çê dibin ku binçavkirin li ser îxbaran çê bûne. Çetîn got ku di îxbaran de ji bo muwekîlên wan tê gotin ku "Dê Îzmîrê bikin gola xwînê" û ji ber vê piraniya muwekîlên wan belaheq û belasebeb li edliye, girtîgeh an jî qereqolan tên ragirtin. Çetîn got ku piştî îxbar bêbinî derdikevin, heta niha der barê kesên ku van îxbarên bêbinî kirine de jî tu tişt nehatine kirin û ew difikirin ku kesên îxbaran dikin bi awayekî kordîneyî tev digerin.
‘DI NAV EMNIYETÊ DE YEKÎNEYEKE KU ÎXBARAN AMADE DIKE HEYE?'
Çetîn got ku parêzer xwe digihînin delîlan û wan bihîstiye ku di nav emniyetê de bi navê "yekîneyeke îxbarê" heye. Çetîn ji bo vê yekîneya navborî ev tişt gotin: "Tê gotin ku, ev yekîne yekîneyeke organîzeyî ye, kes an jî kesên li sazî û dezgehan ên ji wan nerihet in tespît dikin û der barê wan de îxbarên bêbinî amade dikin. Ji bo em vê yekê tespît bikin divê der barê îxbaran de hin kirarî bên kirin. Lê belê nayên kirin. Me ev yek gelek caran li dozgeriyê jî gotiye. Em ji dozgeran bi xwe re jî dibêjin. Lê tevî van tiştan jî ji sedî 90'ê muwekîlên me tên girtin."
Her wiha Çetîn got ku der barê vê mijarê de hevdîtinên wan huqûqnasan didomin û ew ê di rojên pêş de hin xebatan di vî warî de bikin.
MA / Ahmet Kanbal