*Li Îzmîrê hema bêje her roj li ser heman îxbaran polîs davêjin ser malan. Parêzer Abdulhadî Çetîn îxbarên tên kirin dahurand û wiha got: "Tê gotin ku di nav emniyetê de yekîneyeke ku îxbarên bêbinî û razber amade dike heye."
*Piştî pêvajo û nêvenga pevçûnî ji nû ve dest pê kir, heta niha bi biryarên Desteya Wezîran 369 herêm wek "herêmên ewlehiya taybet" hatine îlankirin.
*Gundiyekî ku li gundekî li sînorê Hatayê dijî û xizmên wî li wî aliyê sînor in, diyar kir ku ev êrîş gumanên wan zêde dikin û wiha got: "Telefon ji dest min nakeve. Ez li bendê me ku telefonek ji wan bê."
*Hevseroka SGDF'ê Ceren Çoban a di Komkujiya Pirsûsê de bi birîndarî xelas bû got "Efrîn Kobanî ye" û bang li hemû ciwanan û gelan kir ku xwedî li Efrînê û aştiyê derkevin.
*Parlementerên HDP'ê yên Şirnexê Aycan Îrmez û Leyla Bîrlîk êrîşên li dijî Efrînê nirxandin û wiha gotin: "Wê navê tunekirina AKP'ê bibe Efrîn. Wê AKP têk biçe û wê li Efrînê kesên li ber xwe didin bi ser bikevin."
* Li Reyhanliya ku piştî êrîşa TSK'ê ya li dijî Efrînê gelek roket lê ketin, welatî bipanîk in û diqilqilin. Gelê navçeyê difikire ku koç bike.
*Serokê Giştî yê Partiya Azadî û Sosyalîzmê (OSP) Sînan Çîftyurek got armanca êrîşa li dijî Efrînê binpêkirina destkeftiyên kurdan e. Çîftyurek bi lêv kir ku li hemberî vê rewşa talûke divê demildest Kongreya Netewî ya Kurd bicive û wiha pirsî: "Heke îro kurd nikaribin werin cem hev, wê kengî bên?"
*Kocaeliyan êrîşên li dijî Efrînê şermezar kirin û wiha gotin: “Li dijî şer em hîn zêdetir dengê aştiyê bilind bikin. Divê em vî şerê qirêj ê desthilatdariya AKP’ê ku dixwaze bi derewan bi gelên Tirkiyeyê bide qebûl kirin, derbixin holê.”
*Hevseroka Şaxa SES'a Mêrsînê Ozge Goncu sosreta îstismara zayendî ya li dijî 115 zarokên ku ducanî mane nirxand, diyar kir ku bi KHK'an kedkarên tenduristiyê bê deng dikin û li ser bûyerê digirin.
*Ji ber şerê li Sûriyeyê bi dehhezaran zarok li gel malbatên xwe koçî bajarên Tirkiyeyê kirin. Omar Zer ê 12 salî yê ji Sûriyê ku di tekstîlê de dixebite got: “Serê sibê saet ji 08.00’an heta saet 18.00'ên êvarî dixebitim. Dema diçim malê pir diwestim. Piştî xwarinê dixwim radikevim.”
*Hevserokê HDP’ê yê Mêrdînê Alî Sîncar, bertek nîşanê êrîşên Tirkiyeyê yên li hemberî Efrînê da û bal kişand li ser polîtîkayên Rûsyayê û wiha got: “Rûsya heya duh jî derbasbûna çeteyên DAIŞ’ê ya li ser sînorê Tirkiyeyê rapor dikir. Diyar dibe ku Rûsya DAIŞ’ê xwedî dikir.”
* Dê li gelek bajaran saziyên demokratîk û partiyên siyasî li dijî operasyona li ser Efrînê daxuyaniyê bidin çapemeniyê.
* 3'emîn Danişîna doza 19 jê girtî 40 kesên ku di serdema qedexeya derketina kolanan a Sûrê de li navçeya Sûrê asê mabûn, dê li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. (10.00)
* Danişîna doza Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Selma Irmak ku ji ber beşdarî MED NUÇE bû ji salekê heta 4'an ceza jê tê xwestin dê li 13'emin Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. (11.00)
* Tevgera Jinen Azad (TJA) dê li dijî êrîşa li ser Efrînê li avahiya DBP'ê ya Wanê civîna çapemeniyê pêk bîne. (12.00)
* Odeya Tabîban a Tirk (TTB) dê têkildarî bûyera li Nexweşxaneya Lêkolînê ya Kanuni Sultan Suleyman pêk hat li Odeya Tabîban a li Cagaloglu civîna çapemeniyê pêk bîne. (12.30)
* Çalakiya kolana Yukselê dê di roja 430'an de berdewam bike. (13.30/18.00)