EFRÎN – Operasyona TSK'ê ya hewayî û bejayî ku bi hevkariya OSO li dijî Efrînê di 20'ê Çile de dest pê kir, di dorja 3'eman de berdewam dike. Hat diyar kirin ku Leşkerên TSK'ê 14 endamên çekdar ên OSO ku xwestin birevin kuştin. Gelê Ezazê nerazîbûnan nîşan dan û diyar kirin ku naxwazin zarokên xwe bişînin şer.
Operasyona TSK'ê ya bi hevkariya OSO û fermana AKP-MHP'ê di 20'ê Çile de dest pê kir di roja 3'emîn de berdewam dike. Di operasyona ku heta niha nêzî çar tangên TSK'ê hatin îmhakirin de şer bi dijwarî berdewam dike. Çavkaniyên komên girêdayên Mertalê Firatê diyar kirin ku TSK'ê 14 endamên OSO yên ji şer reviyan kuştin. Çavkaniyan diyar kirin ku endamên TSK'ê bi zorê endamên OSO-Mertalên Firatê dişînin êrîşa ser Efrînê. Di çerçoveya êrîşê de gelek endamên Mertalê Firatê ji Ezazê ji bo çeperên şer ên li gundê Xerabit Camûs û Sorka ya Efrînê bi cih kirin.
Endamên OSO yên TSK’ê xwest wan bi zorê li ser sînor bi cih bikin. Lê gelek şervanan nexwestine herin şer û nîqaş di navbêra wan û leşkerên TSK’ê de derketiye.
MALBATAN BERTEK NÎŞAN DAN
Gelek malbatên ku TSK'ê xwest zarokên wan bişîne çeperan çûn ber avahiya Rêveberiya Hikûmeta Demkî ya Ezazê û bertekê nîşan dan û gotin: “Em naxwazin zarokên me herin çeperên şer ên neveger de. Eger wisa bidom e, wê zarokên me xwe teslîmê PYD/YPG’ê bikin.”
14 endamên komên Mertalê Firatê ku bi zorê şandine çeperê gundê Sorka, xwestin ji çeperên şer vegerin. Piştî bûyerê nîqaş di navbêra wan û leşkerên TSK’ê de derket û piştî niqaşê TSK'ê 14 endamên çekdar kuşt.
200 ENDAMÊN MERTALÊN FIRATÊ XWESTIN TESLÎMÎ YPG'Ê BIBIN
Piştî ev bûyera di nava endamên komên Mertalê Firatê û gelê Ezazê belav bûye û bûye cihê nerazîbûnên mezin. Hat gotin ku nêzî 200 endamên Mertalê Firatê bi riya telefonê xwe gihandine rêveberiya hêzên ewlekariyê ya Efrînê û bi şertê baş bêne parastin ew dikarin xwe teslîmê YPG’ê bikin. Tê gotin ku derbarê mijarê de hevdîtin berdewam dike.