AMED – Şêniyên gundê Darê yê Çinarê li dijî kolandina cihên gorên xwe derketin û rageşî qewimî. Leşkeran mudaxeleyî gundiyan kir û yek jê leşker 3 kes birîndar bûn.
Leşkeran xwest têlê li dora kana xîzê ya li gundê Darê ya girêdayî navçeya Çinara Amedê bipêçe. Di navbera leşker û gundiyan de nîqaş derketn. Beriya niha jî makîneyên şirketek taybet ji cihê gorên gundiyan xweliyê bi kamyonan kişandibû fabrikaya çîmentoyê, lê gundî li dijî vê yekê rabûbûn ser piya. Li ser nerazîbûnan leşkeran 24 saet li derdora kana xîzê nobet girtibû. Serê sibê leşkeran xwest bi dirêjahiya 500 metroyan derdora kana xîzê bi têlan bipêçe. Gundî li hember vê yekê derketin û li ser vê yekê di navbera gundî û leşkran de rageşî qewimî. Hat zanîn ku di rageşiyê de leşkerek ji serê xwe û 2 welatî jî di mudaxeleyê de birîndar bûn.
Piştî rageşiyê leşkeran 5 welatî binçav kir. Pişt re 3 kes serbest berdan û Ferhat Oztuna û Engîn Oztuna di binçavan de ne.
‘LEŞKERAN BI QÛNDAXÊN ÇEKAN LI JINAN DAN’
Li gorî agahiyên keyayê gund Mehmet Nurî Ozpinar agahî dan diyar kir ku serê sibê leşkeran xwest têlê bikişînin, gundiyan jî bertek nîşan da û xwestin ku kana xîzê bê rakirin. Ozpinar da zanîn ku leşkeran ji gundiyan re gotiye ku ew ê gav neavêjin paş û têlan bikişînin û li ser vê yekê gundî ber bi kana xîzê ve meşiyan. Ozpinar anî ziman ku leşkeran zordestiyê kiriye û bi qûndaxên çekan li jinan dane.
Ozpinar got ku sekna rageşî dewam dike û gundî dê bi tu awayî destûr nedin xebitandina kana xîzê.