ÊLIH – Li Êlihê dadgehê biryara girtina Mîkaîl Aydogdu dabû. Piştî biryarê vî kesî xwestibû întîhar bike. Piştî bûyerê hat îdiakirin ku birayê Aydogdu yê 16 salê jî hewl daye întîhar bike.
Di 15’ê çile li Êlihê dadger biryara girtina Mîkaîl Aydogdu da. Aydogdu bi boneya neye girtin hatibû îdakirin ku xwe ji qata 3’an a Edliya Êlihê avêtiye û hewl da întîxar bike. Piştî Aydogdu birayê wî yê 16 salî jî duh di saetên nîvro de xwe ji qata 4’an a malê avêtiye xwarê û hewl daye întîxar bike. Zarokê 16 salî bi giran birîndar bû û li nexweşxaneyek taybet tê dermankirin û xetereya wî ya jiyanî didome.
Hat zanîn ku der barê bûyerê de lêpirsîn dest pê kir.