WAN - Gelê Wanê bertek nîşanî êrîşên li dijî Efrînê da, aşkera kirin ku Rûsyayê ji bo Idlibê gelê kurd firotiye, dê li Efrînê gel qezenc bikin.
Gelê Wanê bertek nîşanî êrîşên hewayî û bejayî yên Tirkiyeyê dan, diyar kirin ku dê gelê Efrînê bi ser keve. Musa Turfen destnîşan kir ku 7 sal e li Sûriyeyê şerekî mezin heye, bi hezaran mirov ji wir koçber bûne û li Efrînê dijîn û ev tişt got: "Tu demê hêzên emperyalîst ne ji bo gelê kurd û ne jî ji bo Tirkiyeyê xebitî ne. Ji bo berjewendiyên xwe xebitî ne. Bi taybetî Rûsyayê ji bo Idlibê kurd firotin. Çeteyên ku Tirkiye piştgiriya wan dike, Rûsya û Sûriye ji bo wan ji Idlibê derxe zextan dike. Ev bên derxistin dê li ku bi cih bikin. Dê neçarî li ser Efrîna li ser sînorê Tirkiyeyê bi cih bikin. Lê dê kesên bindest vî şerî qezenc bikin."
Serhat Aslan jî ev tişt got: "Heke di şerê li dijî Efrînê de balafirên şer nebûna, dê teqes bi kurdan nikaribûna.” Talat Tatar jî da zanîn ku ew naxwazin xwîn birije û wiha pê de çû: "Şervanên YPG/YPJ'ê DAIŞ ji herêmê paqij kirin. Niha jî Tirkiye diçe wir dagir dike."
‘DÊ GELÊ EFRÎNÊ BI SER KEVE’
Îsa Ayhan jî bi lêv kir ku hemû dozên wan dijberiya kurdan e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Êrîşê Efrînê dikin, gelê li wir mislimanin û mislmanan qetil dikin. Tirkiye her dem behsa şer dike. Dê bi vî şerî re aborî têk biçe." Ayhan diyar kir ku di navbera xiristyanan de şer dernakeve û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Di navbera mislimanan de her dem şer heye. Ev çi qirêjî ye. Li ser xwîna mirovan bazarê dikin. Lê dê ruxmê her tiştî jî gelê Efrînê qezenc bike."