RIHA - TSK'ê êrîşî Serêkaniyê yê Bakurê Sûriyeyê kir. Piştî êrîşê li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê banga “Dernekevin kolanan” hat kirin.
Leşkerên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) êrîşî bajarê Serêkaniyê ya girêdayî Kantona Qamîşlo ya Bakurê Sûriyeyê kir. Hat diyar kirin ku maşîneyên zirxî yên li herêma derdora kewarên genim ên navçeya Serêkaniya Rihayê saet 14.30'an êrîş kirin. Hêzên YPG/YPJ'ê demildest bersiv dan êrîşan û pevçûna derket hîna jî didome. Li ser vê yekê Şaredariya Serêkaniyê banga "Ne derkevin kolanan" li gel kir. Piştî banga şaredariyê hin esnafan deriyên dikanên xwe girtin.
LI DÊRIKÊ JÎ PEVÇÛNEK DEM KURT RÛ DA
Di heman demê de li gorî agahiyên hatin bidest xistin, leşkerên Tirk êrîşî kemînên YPG'ê yên gundê Xerabreşik ê Dêrikê kirin. Piştî YPG'ê bersiv da, demek kurt pevçûn derket.