NAVENDA NÛÇEYAN – Li dijî êrîşên hewayî û bejahî yên Efrînê bertek zêde dibin. Nûnerên partî û rêxistinên demokratîk li gelek bajaran daxuyanî dan û gotin: “Em ê nebin parçeyek vî şerî. Em ê nebin şîrîkê vî şerî.”
Hêzên Demokrasî û Kedê yên Hatayê li dijî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê li avahiya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a (ÎHD) a Hatayê civîna çapemeniyê pêk anîn. Dema daxuyanî pêk dihat polîsan avahiyê dorpêç kir û bi çekên lûle dirêj rawestiyan. Di civînê de pankarta “Ji şerê Efrînê ne re na” daliqandin. Di civînê de Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Hatayê Mîthat Can axivî û bertek nîşanî zimanê medya hawizê bikar tîne da û got ku qijqija şer dikin.
Can got: “Em daxwaz dikin ku desthilatdariya siyasî îtedal tevbigere. Bila çapemeniya şerxwez jî dawî li zimanê xwe yê şerxwaz bîne. Em zimanê wan şermezar dikin. Em bang li medyayê dikin ku guh bide dengê aştîxwazan. Kurtasî divê demildest ev êrîş bên rawestandin.”
Li gel daxuyanî xelas bû jî dorpêça polîsan li derdora avahiyê dewam kir.
GEVER
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî beriya daxuyaniya bê dayîn polîsan bi dehan maşîneyên zirxî avahiya Rêxistina HDP’ê ya Geverê dorpêç kir. Sekna Midûrê Polîsan a Geverê û polîsan li derdora avahiyê didome.
NISÊBÎN
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê jî rêveber û endamên HDP’ê êrîşên li dijî Efrînê bi civîna çapemeniyê şermezar kirin. Civîn li avahiya HDP’a Nisêbînê pêk hat û Hevserokê HDP’a Nisêbînê Ferhat Kut axivî. Kut diyar kir ku êrîş zarerê didin bi hev re jiyankirina gelan û got: “Em û Efrîniyan xizmên hev in. Ev êrîşên leşkerî êrîşên qesrê û sermayedaran in. Dê ev êrîş dubendiyê bixe nav gelan. Lazim e êrîşên li ser Efrînê bi lezgînî bên rawestandin.”
RIHA
Platforma Şaxa KESK’ê ya Riha jî, li avahiya SES’ê civîna çapemeniyê li dar xist. Gelek karkerên çemawerî beşdarî civînê bûn. Polîsan avahî dorpêç kirin. Polîsan nasnameyên kesên beşdarî civînê bûn di GBT’ê re derbas kirin. Li ser navê platformê Serokê Şaxa SES’ê Cevher Oztürk axivî û wiha got: “Li dijî şer dibin her şert û merçî de emê di aştiyê de israr bikin. Divê desthilatdariya siyasî dev jî polîtîkayên xwe yên şer ber de.
Piştî civînê pankarta “Ji şer re na” bi vahiya sendîkayê ve hat daliqandin.
MÊRSÎN
Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Mêrsînê jî xwest li ber avahiya xwe daxuyanî bide. Lê polîsên avahî dorpêç kiribûn destûra daxuyaniyê nedan. Li ser vê yekê li hundirê avahiya HDP’ê civîna çapemeniyê pêk anîn. Di civînê de Hevseroka HDP’a Mêrsînê Fatmagul Demîrtag got: “Pêwîste demil dest êrîş bên rawestandin. Em ê nebin parçeyekî vî şerî.”
ÎZMÎR
Hêzên Demokratîk û Kedê yên Îzmîrê, li dijî êrîşên Efrînê li Şaxa 1'emîkn Hejmara Egîtim Senê civîna çapemeniyê li dar xistin. Gelek nûnerên rêxistina civaka sivîl beşdarî civînê bûn. Di civînê de Hasan Alî Kiliç, di civînê de axivî û wiha got: “Di êrîşên hewayî û bejahî yên Artêşa Tirk de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Em van êrîşan qebûl nakin. Ji bo desthilatdariyê pêşeroja zarokên em tên tarîkirin.”
Piştî civînê polîsan kontrola GBT’ê kir û ji rojnamegeran re gotin “Em nûçeyên we dişopînin.”