STENBOL - ESP'ê bi daxuyaniyekê êrîşên li dijî endamên xwe şermezar kir û ev tişt got: "Ew hêza ku me ji kevneşopiya xwe girtiye em ê teslîm nebin."
Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP) a Stenbolê, êrîşên li dijî endam û xebatkarên xwe şermezar kir û li avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenboplê daxuyanî da. ESP'ê diyar kir ku dê tundî û zext wan bêzar nekin.
Di civîna çapemeniyê de Seroka ESP'a Stenbolê Pinar Turk, Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) Şahîn Tumuklu, Berdevka Stenbolê ya Meclisa Jinên Sosyalîst (SKM) û Hevsrokê Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Okan Danac, rêveberê HDP'a Stenbolê Îlkay Oflaz û gelek kes beşdar bûn.
Seroka ESP'a Stenbolê Pinar Turk diyar kir ku ew di têkoşîna xwe de mafdar in û ev tişt got: "Pêkanînên li dijî hevrêyê me ne cara ewilin, polîsan gelek caran gefa kuştinê xwarin, revandin û tundî pêk anîn. Dê tundî bi ser nekevin. Ji ber ku ev têkoşînek mafdar e."
'GEFAN LI HEVALÊN ME DIXWEN'
Endamê MYK'a SGDF'ê Can Papîla jî ev tişt anî ziman: "Hêzên wekî JÎTEM, herdewama kongragerîlayê KGT'ê ve tên revendin. Ev hêzana bi fermana Qesrê tev digerin. Endamê me Denîz Bahçecî li Enqereyê revandin. Alî Can Yilmaz li Enqereyê îşkence lê kirin. Berî çend rojan Hasret Înan Koyuncu bi heman şeklî revandin. Endamên me yên li Stenbol û deverên din bi heman şeklî tên reandin."
Endamê ESP'ê Serhat Demîrtaş jî diyar kir ku êvara Şemiyê dema bi duçerxeyê diçû, polîsan ew rawestandiye û wiha got: "Polîsan got ku 'Di dawiyê de me tu dîtî. Were vir.' Xwestin li çenteyê min mêze bikin. Dest danîn ser rojnameya Atilim, danezana ESP'ê, îşlik û Kovara Kirmizi Tebeşîrê. Gef li min xwarin." Demîrtaş aşkera kir ku ew ê serî ji zextan re netewîne.